Bi wekîlê Kanadayî re hevdîtin
Li Toronto a Kanada Meclîsa Gel a Demokratîk, bi wekîlê Calgary Tom Kmîev re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de li ser rewşa wekîlên HDP’ê yên girtî agahdarî hate kirin.
Li Toronto a Kanada Meclîsa Gel a Demokratîk, bi wekîlê Calgary Tom Kmîev re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de li ser rewşa wekîlên HDP’ê yên girtî agahdarî hate kirin.
Di hevdîtina bi wekîlê Calgart Tom Kmîec re Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) û berdevkên Karê Derve hebûn. Têkildarî hevserokên giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û wekîlên girtî agahdarî hatin kirin. Her wiha hate gotin dewlet Tirk bi hezaran HDP’yî girtine û 85 şaredariyên DBP’ê desteser kirine.
Li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava û Şengalê de agahdarî hatin kirin. Di hevdîtinê de hate gotin divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin. Biryar hate dayin ku careke dî li hev rûnin.