Bi şev û roj ji bo Kobanê û Şengalê dixebitin

Bi şev û roj ji bo Kobanê û Şengalê dixebitin

Desteka ji her çar aliyên cîhanê ya ji bo Kobanê û Şengalê berdewam dike. Komên ji gelek gel û neteweyên cuda ji bo Kobanê û Şengalê alîkariyê kom dikin, belavok belav dikin û dibêjin ku piştevaniya ji bo Kobanê û Şengalê wezîfeya mirovahiyê ye.

Ji nûnerên Swîsre yên Heyva Sor a Kurdistanê Lezgîn Ornek der barê xebatên Heyva Sor de agahî da. Ornek da zanîn ku kantonên Elman û Fransa yên li Swîsreyê ji bo Kobanê û Şengalê stand hatine vekirin û diyar kir ku alîkariyên bi vî awayî têne komkirin, ji Heyva Sor a Kurdistanê re têne şandin.

Ornek got: “Li Cenevreyê komek ji xwendekarên zanîngehê standa xwarinê vekirin û alîkarî kom kirin. Dîsa li vê kantonê ji aliyê jinan ve jî standên xwarin ê û şîrînahiyê û gelek standên weke van hatine vekirin. Her wiha piştgirî dane gelê me yê li Kobanê û Şengalê.”

Ornek diyar kir ku li Yverdon-les-Bains a bajarê Lozanê komek ji xwendekarên dibistanê yên Swîsreyî cil û bergên neteweyî yên Kurdan li xwe kirin û ji bo Şengal û Kobanê belavok belav kirin. Ornek da zanîn ku alîkariya ku ji bo Kobanê û Şengalê kom kirin ji Heyva Sor a Kurdistanê re şandin.

Ornek da zanîn ku xwendekaran dan diyarkirin ku alîkariya ji bo Kobanê wezîfeya hemû mirovan e û ev agahî da: “Li bajarê Biel a herêma Bernê zêdetirî mehekê ye ji aliyê Hevya Sor û Navenda Civaka Kurd ve bi armanca piştgiriya ji bo Kobanê û Şengalê belavokên bi Elmanî û Fransî hatin belavkirin û alîkarî hate komkirin. Li herêmên Basel, Zurich û kantonên din ên Elman û Fransî jî bi heman awayî alîkarî hatin belavkirin.”