Bi ser mala Mehmet Yildirim ê hatî qetilkirin de, hate girtin

Li taxa Nenyas a Liceyê, hêzên dewleta Tirk bi ser mala Mehmet Yildirim ê hatî qetilkirin de girtin.

LI LICEYÊ SERDEGIRTIN

Leşkerên dewleta Tirk di şeva 24’ê gulanê de li gundê Nenyasê yê navçeya Lice ya Amedê derketin operasyonê û Mehmet Yildirim qetil kiribûn. Hat zanîn ku leşkeran îro bi ser mala Yildirim a li gund de girtin. Leşkerên ku derî şikandin û ketin hundir, li malê lêgerîn kirin.

Xwişka Yildirim, Fehîma Yildirim got ku têkildarî sedema serdegirtinê tu agahî bi wan re nehatine parvekirin. Yildirim, diyar kir ku di lêgerînê de tu tiştek nehatiye desteserkirin û piştî lêgerînê leşker ji malê derketine.