Bi ser Girtîgeha Elbîstanê de girtin û êşkence li girtiyan kirin

Hat zanîn ku hêzên dewletê bi ser Girtîgeha E ya Elbistanê de girtîne û xwe wek “kontgerîla“ dane naskirin, êşkence li girtiyan kirine.

Bi ser qawîşên Girtîgeha E ya Elbistanê ya Gurgumê de hat girtin û êşkence li girtiyan hat kirin. Hat diyarkirin ku bi fermana Wezareta Edaletê bi ser qawîşan de hatiye girtin û girtiyên li ber şidetê rabûne xistine hucreyên yekkesî, 3 girtî jî birine nexweşxaneyê.

Kemal Demîrbaş (48) ê 28 sal in girtî ye, telefonê malbata xwe kiriye û diyar kiriye ku yên êşkence li wan kirine ne gardiyan, kesên ji der ve ne ku anîne û wiha gotiye: “Hin kesên xwe wek kontgerîla dan naskirin, girtin bi ser qawîşê de. Em li erdê dirêj kirin û ters kelemçe kirin. Ji me re digotin ku teslîm bibin. Tu ewlehiya me ya jiyanî nîn e. Gelek kes hatin sirgûnkirin. Gelek kes xistin hicreyên yekkesî.“

Demîrbaş xwest ku ji şandeya girtîgehê re name bê şandin.

Malbatên du girtiyên di heman girtîgehe de jî bi heman daxwazê serî li Şaxê Gurgumê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dan.

PIŞTÎ ÊŞKENCEYÊ HATIN SIRGÛNKIRIN

Girtiyên ji ber êşkenceyê birin nexweşxaneyê navên wan nehat zanîn. Piştî êşkenceyê hat zanîn ku Abdo Şeyho sirgûnê Girtîgeha bi hejmar 1 a Gurgumê, girtîyê bi navê Abdûllah Hasan jî sirgûnê Girtîgeha Erziromê hatiye kirin. Di der barê ku çend girtî bêyî dilê xwe sewqê girtîgehên din hatine kirin de tu agahî nehatin wergirtin.

Di heman girtîgehê de girtiyên 6’ê Tebaxê telefonê malbatên xwe kiribûn û dabûn zanîn ku gefa kuştinê li wan tê xwarin û leşker guleyan diavêjin hewadarîgehê.