Bi pêşengiya DOKH'ê jin ketin ser rêya Rojava
Bi pêşengiya DOKH'ê jin ketin ser rêya Rojava
Bi pêşengiya DOKH'ê jin ketin ser rêya Rojava
Heyeta ji jinan, bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH), ket ser rêya Rojava. Heyet, wê li Rojava 10 rojan lêkolînan bike.
Heyeta ku ji KCD, BDP, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Şaredaran, Saziyên Jinan û DÎKASUM’ê pêk tê, ji bo çavdêriyê li rewşa dawî ya Rojavaya di bin ambargoyê de ye bike, bandora şer a li gel bişopîne û bi saziyên jinan re hevdîtinan bike, îro ji Amedê ket ser rê.
Heyet, beriya têkeve ser rê li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KC) daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê heyetê ku Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk peyivî û got: “Em weke heyeta ji jinan diçin Rojava. Pêş niha jî hewldanên me çêbûn lê ji Wezîrê Karên Derve destûr ne hate dayîn. Wê vê carê çûyîna me di ser Başûrê Kurdistanê re be.”
Tûglûk armanca heyetê wiha anî ziman: “Em dixwazin çavdêriyê li rola jinê ya di şoreşa Rojava de bikin, biçin serdana saziyên jinan ên li Rojava û rewşa jin û zarokan a di nava şer de tespît bikin."
Tûglûk diyar kir ku çapemeniya Tirk gelekî "kêm" cih dide pêşketinên li Rojava û destnîşan kir ku weke heyeta ji jinan, ewê piştî serdanê, çavdêriyên xwe bi çapemeniyê re jî parve bikin.