Bi îdîaya 'Heqaret li Davûtoglû kiriye' ceza li Demîrtaş birîn

Selahattîn Demîrtaş ê dîlgirtî, bi îdîaya ku heqaret li Ahmet Davûtoglû kiriye, bi cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş, bi îdîaya ku di mîtînga 27'ê Sibata 2016'an de ya li Mersînê "heqaret" li Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû kiriye, li 14'emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Mersînê hate darizandin.

Demîrtaş bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê bû û got, "Tevî ku lîderê partiya muxalefetê ye heta niha dest ji vê dozê bernedaye. Ev siyaseteke çawa ye?"

Heyeta dadgehê 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li Selahattîn Demîrtaş birî.