Bi hinceta ‘Seydîşehîr ji vê re ne amade ye’ HDP’yî binçavkirin

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de namzetê HDP'ê yê Konyayê Şervan Zana û Hevseroka HDP'ê ya Konyayê Nurhal Erkal ji ber li navçeya Seydîşehîrê belavokên HDP'ê belav dikirin hatin binçavkirin

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de namzetê HDP'ê yê Konyayê Şervan Zana û Hevseroka HDP'ê ya Konyayê Nurhal Erkal ji ber li navçeya Seydîşehîrê belavokên HDP'ê belav dikirin hatin binçavkirin. Polîsan ji HDP'iyan re gotine "Çima hûn hatine vir, Seydîşehîr hêj ji vê re ne amade ye."

HDP bi xebatên xwe hewl dide pêşiya provokasyonan bigire ji hêla polîsan ve tê astengkirin. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de namzetê HDP'ê yê Konyayê Şervan Zana (Samî Acar) û Hevseroka HDP'ê ya Konyayê Nurhal Erkal li navçeya Seydîşehîrê belavokên HDP'ê belavkirin. Polîsan namzetê HDP'ê Zana, Erkal, xwendekarên Zanîngeha Selçukê Adnan Baykara û xwendekarê paşnavê wî nayê zanîn Şîrîn binçav kirin. Erkal û Zana bi tawanbariya "Belavokên HDP'ê bêyî destûr bigirin belav kirine" birin qereqola polîsan.

Zana û Erkal ji ber belavokên "Piştgiriyê bide partiya xwe" û "Bi hev re Jiyana Nû ava bikin" belav kirin hatin binçavkirin, seat û nîvek şûnde serbest hatin berdan. PolÎsan di binçavan de ji HDP'iyan re gotine "Çima hûn hatine vir, Seydîşehîr hêj ji vê re ne amade ye."