Bi hinceta ku tu ‘HDPyî ye’ êrîşî karkerê çalakvan kirin

Mahîr Kiliç ê ku li pêşiya CHP’ê li ber xwe dide, êrîş li wî hate kirin. Bi hinceta ku ‘ev kes endamê HDPê ye’ êrîşî Kiliç kirin.

Mahîr Kiliç ê ku bi sedema doz li şaredariya bajarê mezin a Îzmîrê vekiriye ya ku di destê CHP’ê de ye, ji kar hatibû avêtin, 69 roj in li pêşiya Navenda Giştî ya CHP’ê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Îro êrîşî Kiliç hate kirin. Kiliç 69 roj in çalakiya rûniştinê li dar dixe û 36 roj in jî di greva birçîbûnê de ye. Kesekî ku ji navenda partiyê derket heqaret li Kiliç kir û êrîşî Kiliç kir.

KIRIN HEDEF

Kiliç got ku, “Sibehê ez di saet 11 û nîvan de hatim. Pişta min li wan bû. Dema ku min pankart dadiliqand, li hemberî rê yekî heqaret li min kir. Ji min re got ‘Tu HDPyî ye’.  Min jî jê re got, ‘Heke ez HDP’yî bim ew ê çi bibe? Ez ne HDP’yî me, lê bavê min û hevalên min ên hêja HDP’yî ne.” Kiliç diyar kir ku piştî nîqaşê wî kesê nenas çûye ba polîsan û gotiye, “Vî kesî bigirin, ev HDP’yî ye”

Kiliç diyar kir heta ku ew vegere karê xwe ew ê greva birçîbûnê û çalakiya xwe bidomîne.