Bi hezaran li Stenbolê gotin: Çareserî di rêya sêyemîn de ye- HAT NÛKIRIN

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir, “Heke hûn çareseriyeke mayînde dixwazin, hûn ê îrade û berdevkê gelê Kurd nas bikin.” Buldanê jî got, “Bi Abdullah Ocalan re wê her kes li vî welatî bi hêvî li pêşeroja xwe binêre.”

Mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” li Qada Kartalê ya Stenbolê lidar xistî didome. Qada mîtîngê bi alên HDP’ê ve hate xemilandin û pankarta ku dirûşmeya mitîngê bi zimanên Kurdî û Tirkî li ser dinivîsî hate daliqandin. Her wiha pankarta “Bila Aysel Tûglûk bê berdan” jî li qadê hate daliqandin.

“ŞER LI SER GELÊ KURD FERZ DIKIN”

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek ê di mitîngê de axivî, destnîşan kir ku li dijî şer û mêtîngeriyê ne û wiha got: “Bi salane bêyî gotina lêbelê, me ji şer re got na. Me di têkoşîna bi dehan salan de ji bo li van xakan veguherîna demokratîk a mayînde pêk were bihezaran bedel dan. Desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkaya xwe ya derewan didomîne. Dibêjin em herêmî û neteweyî ne. Em dibêjin, ‘herin ji wir’. Gelo yên ku gelê xwe di sînorê birçîbûnê de dihêlin dikarin bibin gelparêz? Yên ku di şerê Ukrayna û Rûsyayê de dibêjin sefîrên aştiyê ne, li her dera erdnîgariyê şer li ser gelê Kurd ferz dikin.”

“TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ YA LI DIJÎ REJÎMA DIJMINATIYÊ GELAN DIKE DEYNÊ STÛYÊ ME YE”

Çiçek, diyar kir ku desthilat dijminê gel e û wê li dijî vê têkoşîna azadî û demokrasiyê bidin û wiha berdewam kir: “Herî dawî pirsên KPSS’yê hatin dizîn, berpisyarên sereke yên vê pîlana diziyê diyar in. Ev hikûmet dixwaze her tiştê me bidize. Ew dizên ku ji bo nixumandina dizîtiya xwe hewl didin siyaseta şer, bibi derveyî sînor. Em dixwazin vê yekê bînin bîra sîstema zext û diziyê; Hemû şer ji aliyê dizên ku dixwazin ciwanan bibin eniya şer ve tên derxistin. Ji bo ku desthila li piyan bisekine, serdestiya we berdewam bike... Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li dijî rejîma dijminatiyê li gelan dike deynê stûyê me ye.”

Çîçek, da zanîn ku li dijî jinan, xwezayê, elewiyan, kedkaran û gelê Kurd şer hatiye destpêkirin û wiha pê de çû: “Dewlemend şer derdixînin û di şer de xizan dimirin. Ev bingeha dijberiya me ya şer e. Em naxwazin gelên kedkar ên Tirkiyeyê û zarokên gelê Kurd di vî şerî de jiyana xwe ji dest bidin. Di bingeha êrîşên li dijî me tê kirin de jî ev heye.”

LI HEMBERÎ PÊŞBIRKA NIJADPERESTIYÊ YA MIXALEFET BI AKP’Ê RE BERTEK HAT NÎŞAN DAN

Çîçek, bertek nîşanî helwesta muxalefetê ya li dijî polîtîkayên şer a desthilatê da û wiha domand: “Tenê ji ber ku ez ê AKP’ê tengav bikim, hûn nikarin fikr û pêşdîtinên Birêz Ocalan ê li Îmraliyê bikin amûr. Eger hûn çareseriya demokratîk a mayînde ya pirsgirêka Kurd bixwazin, hûn ê lê binêrin bê ka gelê Kurd çi dibêje. Hûn ê vîn û berdevkê gelê Kurd nas bikin. Bi hevrikiya neteweperestiyê û hembêzkirina gotinên nîjadperestiyê re hûn nikarin bi AKP’ê re mijûl bibin. Ji ber ku di vê mijarê de desthilateke ji we şarezatir heye.”

Çîçek anî ziman ku bi dehan sal in têdikoşin û muxalefet hişyar kir ku vê têkoşînê paşguh nekin, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Encamên înkarê yên pevçûna 50 salan nîşan da. Em ji bo ku careke din bên înkar kirin evqas bedel nadin. Em ên ku di nav HDP’ê de hatin cem hev, li sêgoşeya girtîgeh, sirgun û mirinê nirx berhev kirin. Em careke din bang li dost û dijminan dikin ku ger kesek ji we bipirse hûn kî ne, em kî ne? Hûn dizanin? Em Selahattîn Demîrtaş ê li Zindana Edîrneyê tê ragirtin in. Em li Zindana Kandirayê Fîgen Yuksekdag in. Em careke din ji guhên ku nabîhizin re diqîrin; em li Kandirayê girtiya nexweş Aysel Tûglûk in, li sirgunê Hatîp Dîcle û Ertûgrûl Kurkçu ne. Em li Îzmîrê Denîz Poyraz, li Amedê Tahîr Elçî, li Parîsê Yilmaz Guney, Ahmet Kaya ne.”

‘ÇARESERÎ EM IN’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ku piştî axaftina Çîçek bi çepik û dirûşmeyan derket ser dikê, bi hezaran ku qad tijî kiribûn silav kir. Buldan jî li temaşevanan vegerî û got, “Hûn bi dirûşmeya ‘çareserî em in’ hatin. Ji ber vê yekê yên ku vî welatî ji Enqereyê bi rêve dibin, yên ku li vî welatî dibêjin ‘desthilat’, divê baş li vî wêneyî binêrin û yên dibêjin ‘çareserî em in’ bibînin.

Buldan diyar kir ku piştî mîtînga bi heybet a li Amedê bi gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd re careke din hatin cem hev û got, “Em careke din dibêjin çareserî em in, ji şer û mêtingeriyê re na. HDP ku ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê xwedî gotin û hêza çareseriyê ye, li vî welatî partiyeke têkoşînê ye. Em di wê baweriyê de ne ku yekane çareseriya hemû pirsgirêk û krîzên li vî welatî wê bi pêkanîna fikra HDP'ê pêk bê. Ji ber ku berxwedaneke me ya bi rûmet heye, têkoşîneke me ya bêrawestan heye, prensîbên me yên bi biryar hene. Tiştên ku me dikin me û rê didin me ku em ewqas bi hêz bin. prensîbên me yên berxwedan û têkoşîna me ye. Vana hemûyan HDP kiriye partiyek ku li Tirkiyeyê xwedî helwest, deng û biryareke bihêztir e. Di vê yekê de ked û para we ya mezin jî heye. Destê we hemûyan sax be.”

GEL WÊ DERSEK A BAŞ BIDIN YÊN TIŞT DI WELÊT DE NEHIŞTINE

Bûldan anî ziman ku HDP’ê di rojên reş û tarî de garantiya demokrasî, aştiyek a rastîn û bi rûmet e û wiha axivî: “Ji wê boneyê ye ku yên welêt bi rê ve dibin tim êrîşê HDP’ê dikin. Ên ku di warê  siyasî de û di hilbijartinan de serî bi me re dernaxin, bi dek û dolaban, bi êrîşên li dijî rêxistinên me yên navçe û bajaran hewil didin ku me bêzar bikin. Lê bila baş bizanin ku em dizanin ku em ê çawa serî  bi êrîş û dek û dolaban re derbixin, em serî natewînin û bi ya we nakin.” Bûldan diyar kir ku Tirkiye bi xizanî û birçîbûnê re têdikoşe û wiha got: “Ên tişt di welêt de nehiştine, talan kirine, bila baz bizanin ku wê gelên Tirkiyeyê di hilbijartina destpêkê de wê dersa îcab dike bidin wan.”

‘DAXWAZA GELAN ÇARESERÎ YE’

Bûldan di dewama axaftina xwe de ev tişt derbirîn: “Ên biryara şer didin û ji bo şer diçin welatên cîran, li pêşeroja welêt, ciwan û pêşeroja wan nafikirin. Desthilatdarî, dizane ku wê biçe û hew were. Her tiştî didizin. Pêşeroja ciwanan, pirsên KPSS’ê, pêşeroj û hêviya jin, kedkar û karkeran didizin. Em wek HDP, bi bi ciwan, jin, karker û kedkarên vî welatî re ne.”

‘TECRÎD RABE WÊ PIRSGIRÊK ÇARESER BIBIN’

Bûldan destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin a welêt, pirsgirêka Kurd e û got ku divê tecrîda li ser Îmraliyê rabibe û wiha bi axaftina xwe de çû: “Di pêvajoya aştiyê de Abdullah Ocalan di dewreyê de bû. Sê salên ku pêvajo dewam kir tu cenaze neçû ber deriyê kesî. Heviya her kesê ji pêşerojê hebû. Lê ev, ji aştiyê û diyalogê jî ditirsin. Ji ber ku aştiyê naxwazin tecrîdê datînin ser Îmraliyê. Nêzîkê sê sal in tu hevdîtin bi Îmraliyê re nehatine kirin. Ev sûcek e li dijî mirovahiyê. Em, cardin bang dikin ku bila tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan bikare parêzer û malbata xwe bibîne û ji aliyê şandeyeke bi serê xwe ve hevdîtin pê re bê kirin. Tecrîd rabe, wê hemû pirsgirêkên welêt çareser bibin.”

TIFAQA PÊŞEROJÊ ‘RÊYA SÊYEMÎN’ E

Bûldan, êrîşên bi hevwextî yên bi ser perestgehên Elewiyan de jî şermezar kirin da xuyakirin ku divê hemû gel bikarin îbadetên xwe bi serbestî bikin. Bûldan her wiha bertek nîşanê bernedana Aysel Tûglûk jî da û îşaret bi ‘Rêya Sêyemîn’ kir û ev gotin kirin: “Ev tifaq tifaqa pêşerojê ye. Kurd, Tirk, Elewî, Ermen, Suryan, jina û ciwan; gelên Tirkiyeyê wê bi hev re pêşerojê ava bikin. Hewcedariya welêt, bi aştiyek a rastîn û bi rûmet heye. Em ê pêk bînin. Bi nêzbûna hilbijartinan, ên ku Kurd tên bîra wan divê jixwe fedî bikin. Em ji yên di bin navê hev helal kirinê de gava hilbijartinê bi Kurdan re tên bal hev re dixwazin vî tiştî bibêjin. Kurd, bêyî rûbirûbûnek a bi rûmet, heqê xwe li kesê helal nakin. Heger em, bi hev re têbikoşin wê Demirtaş jî, Yuksekdag jî û Balûken jî azad bibin. Doza me doza edalet û aştiyê ye.”

Piştî axavtina Bûldanê mîtîng, bi stranên koma muzîkê ya Lawjeyê bi dawî bû.