Bi hezaran kesan şehîdên Sêwasê bi bîr anîn

Bi hezaran kesan şehîdên Qetilama Sêwasê bi bîr anîn. Serokê Giştî yê PSAKD’ê Cûma Erçeyê di bibîranînê de axivî, wiha got: “Heta edalet pêk bê em e werin cem hev û têbikoşin.”

33 kesên 2’yê Tîrmeha 1993’yan li Sêwasê, ji aliyê faşîstên dewletê piştgirê wan bû ve di Otela Madimakê de hatin qetilkirin, îro di salvegera qetlîamê de hatin bibîranîn. Bi hezaran kes ji cihên din ên welat hatin Sêwasê, serê sibehê li ber şaxê Komeleya Hecî Bektaşê Welî ya Anatoliyayê ya Çandê û şaxe Komeleya Pîr Siltan Ebdal a Çandê ya Sêwasê hatin cem hev.

Di serî de malbatên şehîdên di Qetlîama Madimakê de hatin qetilkirin, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Çep, Partiya Karkirên Tirkiyeyê (TİP), Malên Gel, Federasyona Elewiyên Bektaşî,  Komeleya Çandê ya Pîr Siltan Ebdal (PSAKD), Federasyona Komeleyên Xwecihî yên Kizilirmakê, Federasyona 78’yiyên Şoreşger, Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Karên Giştî (KESK), Komeleya Dêrsimiyan a Enqereyê û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bibîranînê bûn. 

Gava meşa ber bi Otela Madimakê ve hate kirin, wêneyên cangoriyan hatin hilgirtin û navên cangoriyên qetlîamê hatin gotin.

 ‘KESÊN QETLÎAM KIRIN, AKP AVA KIRIN’

Bi hezaran kesên ber bi Otela Madimakê ve meşiya, dirûşmeyên ‘’Bi tena serê xwe xelasî nîn e, ya bi hev re ya jî qet’’, ‘’Ronahiya Sêwasê wê hîç venemire’’, ‘’Ên Sêwas şewitandin AKP ava kirin’’, ‘’Otela Madimakê wê bibe muze’’ berz kirin.

 Dilxwaza Komeleya Pîr Siltan Ebdal Gamze Aktaş diyar kir ku ji bo Madimakê li edaletê digerin û anî ziman ku gava mesele dibe Elewî, Kurd û Ermen dadgeh neheqiyê dikin. Aktaş behsa demboriya dozê kir û got “Qatilên li ber serê qerekolan rûdiniştin, di şaredarî û karên giştî de dixebitîn bi salan nehatin dîtin lê hatin xelatkirin.” Aktaş li axavtina xwe wiha dewam kir: ‘’Bapîrê xwe Ahmet ê tespît bû sûc kiriye li dijî mirovahiyê berdan û dan ber dilê xwe. Lê ji ber kur siyasetê dikin, mûxalifê desthilatdariyê ne, bi hezaran girtiyên nexweş ên giran nayên berdan. Ji ber ku fikira yên Otela Madimakê dan ber agir, li ser hukum in.’’

 NIJADPERESTAN HEQARET LI YÊN TEV LI MEŞÊ BÛN KIR

 Dema axaftina Erçe komek nijadperest li ber çavên polisan heqaret li kesên tev li bibîranînê bûn kir. Kesên tev li bîranînê bûn bi dirûşmeyan bertek nîşanî vê komê dan.

 Bibîranîn bi diruşmeyan bi dawî bû.