BI DÎMEN

Bi hezaran kes li Hannoverê li dijî qedexeya li ser PKK'ê meşiyan

Zêdeyî 2 hezar Kurdistanî û Elman li bajarê Hannover ê Elmanyayê meşiyan û xwestin qedexeya li ser PKK'ê ya 23 sal in dewam dike, bê rakirin.

Meş ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hannoverê û Tevgera Ciwanan ve hate organîzekirin û navendên civaka demokratîk û gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Celle, Nîenbûrg û Walsrodeyê piştgirî dan çalakiyê. Çalakger li meydana Schîllî Dîekman Platz a li navenda bajêr li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Li ser avahiyeke bilind a li ser rêgeha meşê, ala PKK'ê hat daliqandin.

Girseya gel di dema meşê de ji bo demekê li ber Konsolosxaneya Tirk sekinî û li ser navê NAV-DEM'ê axaftin hat kirin. Nûner destnîşan kir, ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di dema xwe ya herî bi heybet û dîrokî de ye.

Li ser navê NAV-DEM'ê Tahîr Koçer ji dîplomatên li Konsolosxaneyê re bi Tirkî axivî û got, "Ey kesên li hundir ên dane pey dîktator Erdogan! Bi saya Kurdan serdema Osmanî bi sedan salan dewam kir. Ji ber rêveberiya şaş, Împaratoriya Osmanî ji hev belav kirin. Wekî din bi desta Kurdan ev nêzî sed sal in komareke Tirk heye Ji ber vê zilma giran a dîktator Erdogan li gelê Kurd dike, dewleta Tirk jî li ber tinebûnê ye."

Piştî axaftina Koçer, meşê dewam kir. Di meşê de pankartên bi nivîsa şermezarkirina qedexeya li ser PKK'ê û wêneyên Parlamenterên HDP'ê yên girtî hatin vekirin. Tevî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, HDP, PYD û rêxistinên din ên Kurdan hatin hildan.

Di dema meşê de dirûşmên "Dîktator Erdogan", "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" hatin qîrîn û bi sedan belavok hatin belavkirin.

Piştî meşê li meydana Steîntor mîtîngek hate lidarxistin û çapemeniya xwecihî ya Elman jî bi baldarî çalakî şopand. Li ser navê NAV-DEM, Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke), ATÎK, Civaka Êzidî û gelek saziyên din, axaftin li mîtîngê hat kirin.