Bi hezaran ji bo îna sivîl ref girêda dan
Bi hezaran ji bo îna sivîl ref girêda dan
Bi hezaran ji bo îna sivîl ref girêda dan
Li Şirnex, Sêrt, Êlih, Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Colemêrg û Milazgirê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin. Di nimêjan de piştevaniya daxuyaniya KCK'ê hate kirin û hate gotin ku divê dewlet jî li hemberî vê yekê gavên şênber bavêje.
Li Cizîrê li Mala Şinê ya Gel a li taxa Cudî, Nisêbînê li qada vala ya li ber avahiya BDP'ê, Hezex li Mala Gel a Şaredariya Hezexê ya li Baxçeyê Aştiyê yê, Sêrtê li qata li ser avahiya BDP'ê ya Sêrtê, Wêranşar li avahiya BDP'ê ya li taxa Qişlayê, Êlihê li hewşa Şaredariyê, Amed li Qada Derê Çiya, Bîsmîl li Tesîsên Sporê yên Şaredariya Bîsmîlê ya li Parqa Halîl Îbrahîm Oruç, Farqîn li Mala Şînê ya Navendî, Qoser li Mala Gel a Şeyh Davut Yalçinkaya, Nisêbîn li Parqa 100. Yilê, Wan li înşata Otoparqa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Colemêrg li otoparqa li cem avahiya BDP'ê û li Milezgirê li avahiya BDP'ê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin. Di nimêjên înê de melayan bi kurdî weaz dan û xudbe xwendin.
Di nimêjan de melayan piştgirî dan daxuyaniya KCK'ê û wiha gotin: "Ew piştgiriyê didin biryara KCK ku dûh hate aşkerekirinê û aliyên din jî li gorî şertên daxuyaniyê tevbigerin û di aliyê ewlehiyê pevçûnan dernexin.Ew kes kî ne di zîndanê de Serokatî ye. Divê em viya baş dizanibin. Êdî tiştek verşartî neme ye. Em hêvîdarin dê aşîtiyek bi rûmet û hemdem bikeve navbera gelan. Pêwîste em xwe nedin paş bila ev aştî nekeve ser milê hinek kesên din. Lazime em ji her kesî bêtir xizmeta aşîtiyê bikin. Em ê destûr nedin kes li xwîna me siyasetê bikin. Em ê ji niha şûn ve ji bo aşîtî û pêvajoyê ji bo gelê xwe canê xwe jî feda bikin."