Bi dronan êrîşî baregeha DYE ya li Hewlêrê hate kirin

Hate hînbûn ku bi dronan êrîşî barega leşkerî ya hêzên DYE’ê ya li Herîr a bi ser Hewlêrê hatiye kirin. Her wiha hate ragihandin ku li Hesekê baregeheke leşkerî ya DYE’yê hatiye hedefgirtin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, êrîşî barega leşkerî ya Herîr a DYE’ê hatiye kirin.

Hate ragihandin ku bi dronan êrîş hatiye kirin. Heta niha tu kes berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe. Têkîldarî êrîşê daxuyaniyek fermî nehat dayîn.

Her wiha hate diyarkirin ku di saetên derbasbûyî de li Hesekê baregeke leşkerî ya hêzên DYE’yê hatiye hedefgirtin.