Bi belgeyê piştrast bû ku girtî Tûmay hatiye kuştin

Saziya Tipa Edlî ya Enqereyê li ser kuştina Serkan Tûmay ê Bedlîsî yê li Girtîgeha Kirikkaleyê hate qetilkirin rapor amade kir û diyar kir ku ji ber birînê miriye.

Serkan Tûmay ê Bedlîsî di 17'ê Cotmehê de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirikkaleyê hatibû kuştin. Rapora tipa edlî ya têkildarî kuştina Tûmay temam bû. Li gorî rapora ku malbatê û parêzeran xwe gihandê, sedema mirinê "mirina di encama birîndariyê de ye". Bi vî rengî bi belgeyê piştrast bû ku Tûmay hatiye kuştin.

Rêveberiya girtîgehê îdîa kiribû ku "mirineke edlî" ye.

MALBATA TÛMAY: RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ EW QETIL KIR!

Birayê Serkan Tûmay Gokhan Tûmay diyar kir ku ew ji hevalên birayê wî yên koxûşê hîn bûn ku beriya mehekê êşkence li wî hatiye kirin.

Dayika Tûmay jî got, "Kurê min ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hate kuştin. Destpêkê kesên rûyê xwe pêçandibûn ew xistin odeyekê, mil û serê wî şikandin û kuştin."