Beştaş: Paketa înfazê ya AKP’ê wê rê li ber qetlîaman veke

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş nerazîbûn nîşanî sererastkirina desthilatê da û got: “Paketa înfazê tê wateya îmzekirina qetlîaman. Li hundir her kêlî dibe her kes bi vîrûsa koronayê bikeve.

Wekîla Serokên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî mijarên di rojevê de li Meclîsa civîna çapemeniyê li dar xist û rojevê nirxand.

Beştaş guhertina yasaya înfazê ya hatiye amadekirin bi tundî rexne kir û got: “Sererastkirinê hêviyên xelkê şikandiye û fikaran zêde kiriye. Ji ber koronayê her roja ku diçe hejmara weqayan zêde dibe. Bi rastî jî heke pandemî nehata îlankirin belkî li Tirkiyê weqa nehatina eşkerekirin. Çimkî beriya ragihandina pandemînê qey mirov digot wê korona qet neyê Tirkiyê û rewşek wiha ne hakim bû. Lê niha em di nava halek aloziyê de ne.”

Beştaş da zanîn ku di zêdebûna mirinên koronayê de hema bêje Tirkiye li dinyayê dikeve rêza yekemin û got: “Hin dane ji raya giştî re nayên eşkerekirin. Gelek mirin di qeydan de tune ne. Rewş xetere ye lê îqtîdar ji bo sermayedaran dixebite. Rewşek xeternak heye. Dewlet pêdiviyê gel temîn nake. Gel ketiye şûna dewletê û gel pêdiviyên dewletê temîn dike. Dewlet xelkê xistiye nav rewşek şerpeze. Li welatên din ên dinyayê ji bo silametiya gel tevdîr hatine girtin, lê li Tirkiyê ji bo gel tiştek tenê hatiye pêşkêşkirin ew jî nimreya IBAN’ê ye. Li şûna belavkirina IBAN’ê divê li rewşa karker, kedkar, feqîr û xelkê were pirsin. Dayîna nimreya IBAN’ê rewşek rezalet e. Li dijî extiyaran cudakarî heye. Rûmeta însanan tê şikandin. Ev rewş qet nayê qebûlkirin.”

Beştaş destnîşan kir ku li Tirkiyê mirin êdî rêzê tê dîtin ango mirinê kirine astek asayî û ew bi îqtîdarek ku li dijî koronayê tevdîran nagire re rû bi rû mane.

Beştaş da zanîn ku partiya wan li dijî “siyaseta mirinê”, “siyaseta jiyanê” diparêzê û ji bo jiyanirinê çi ji destê wan were wê bikin. Beştaş anî ziman ku li her deverê tê gotin ku vîrûsa koronayê kêrî Tirkiyê hatiye û vê koronayê kirina amûra dewlemendkirina alîgirên xwe. Beştaş diyar kir ku hema bêje hindik maye îqtîdar vê felaketa wek vîrûsê wê wek “lütfa Xwedê” pênase bike û got: “Jixwe divê meriv wisa nebêje. Koronayê wek lutfa Xwedê pênase kirine jî. Vaye em bi îqtîdarek ewqas derveyî ehlaqê dixebite re rû bi rû ne.”

Beştaş tayînkirina qeyûên ser şaredariyên HDP’ê jî rexne kir û got: “Li şûna têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê Wezîrê Karê Hundir ketiye pey binçavkirina welatiyan. Qey tu yê bêjî li dijî şewbê baş têdikoşe, em rabin îqtîdarê biparêz in. Neheqiya li dijî şaredariyan duh eşkere bû. Li aliyekî alîkariya HDP’ê tê astengkirin li aliyekî din jî hesabên şaredariyên Stenbol û Enqereyê tê blokekirin û alîkariya wan asteng dikin.”

Beştaş guhertina yasaya înfazê ya bi hevkariya AKP-MHP’ê hatiye amadekirin jî bi tundî rexne kir û wiha got: “Bi rastî heke mirov bi yek peyvekê pakêta înfazê kurte bike ev e, yasaya înfazê veguherandin înfazê. Dema AKP qala yasaya înfazê dike, êdî mirovan înfaz dike. Niha di van rojên koronayê de çi li hember me heye, nefretek heye, hiqûqa dijminatiyê heye. Korona li girtîgehan jî belav bû. Di vî warî de pêşnûmeya guhertina yasaya înfazê ji aliye me nayê qebûlkirin. Pakêta înfazê ango darazê di heman demê wê pejirandin û îmzekirina komkujiya li girtîgehan e. Li zîndanan dibe her kes her kêlî bi koronayê bikeve. Divê girtîgeh demildest werin valakirin.”

Beştaş îdianameya ji bo lêpirsîna Tahîr Elçî piştÎ 5 salan hat amadekirin jî rexne kir û got: “Amadekirin vê îdianameyê xelatkirina polîsan e. Wek din ev îdianame bi tu awayî nayê ravekirin.”