Beştaş: Ne rojname ne, broşûrên AKP’ê ne

Serekwekîla koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bal kişande ser ambargo û êrîşa medyayê ya ser partiya wan û got, ‘’Mirov nikare ji van re rojname bibêje, ev broşûrên AKP’ê ne.’’

Serekwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, li Desteya Giştî ya Meclîsê axivî, ambargoya medyayê ya li ser HDP’ê û zimanê medyayê rexne kir.

Beştaş got, ‘’Li Tirkiyê medya heye, ji hikûmetê serbixwe weşan dikare were kirin?’’ û got li Tirkiyê 5 cure medya hene û ev medya wiha rêz kir: ‘’Medyaya hawizê’’, ku ‘dijminatiyê li HDP’ê dike; ‘’Medyaya Sosyal’’, ku di kontrola ‘ak trol’an de ye û bi çanda lînckirinê ye,hemû gotinên wan bi sixêfan in, gefxwer in û bi zimanekî kîn û nefretê ne; ‘’Medyaya bizava sereke’’, ya bi destê Medyaya Dogan’ê ku hatî firotoin û ketî nav ‘medyaya hawiz’ê. Beştaş got, ev ‘medya’ jî HDP’ê nabîne, ji nedîtî ve tê, nabihîsin û weke ku partiya sêyem tine be, weke ku 7 milyon hilbijêr tinebin, weke ku wekîl tine bin tevdigerin û bêyî HDP’ê li ser HDP’ê nîqaş dikin.

Beştaş got her wiha ‘medyaya dewlet’ê, TRT heye û bi rengekî vekirî sûc dike. Beştaş bi bîr xist ku TRT bi baca welatiyan li ser piyan e, HDP’yî jî bacê didin, hilbijarên wan jî bacê didin lê dîsa jî di TRT’ê de cih nadin wan, bac heye lê HDP tine.

Beştaş herî dawî got tenê çapemeniyeke alternatif dibine, ‘platformên medyaya sosyal’ û li wir jî heta bi astekê dikarin xwe bigihînin agahiyên rast.

Beştaş nav li vê rewşê kir û got, AKP medyaya xwe çêdike, ji bilî xwe mafê gotinê nade kesî, dema ku ji ber zimanê tund, nefretê yên vê ‘çapemeniyê’ gilih dikin ti encam jê dernakeve. Beştaş bal kişande ser medyaya AKP’ê û got, ‘’Mirov nikare ji van re rojname bibêje, ev broşûrên AKP’ê ne.’’