Besîm Aho: Rûbirûbûna bi paşerojê divê

Şaredarê navçeya Sodertalje ya Stockholmê ku nêzî 30 hezar Suryanî lê dijîn Behîm Aho diyar kir ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û pêçandina birînên qirkirinê divê Tirkiye li paşeroja xwe vegere û pê re rû bi rû bibe.

Şaredarê navçeya Sodertalje ya Stockholmê ku nêzî 30 hezar Suryanî lê dijîn Behîm Aho diyar kir ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û pêçandina birînên qirkirinê divê Tirkiye bi paşeroja xwe re rû bi rû bibe û bi wesîleya 10. salvegera qirkirinê bang li dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê kir, ku dawî li polîtîkaya înkarê bînin û qirkirinê qebûl bike.

Aho bal kişand ser bûyer û qewimînên dawî yên li Rojhilata Navîn û anî ziman ku di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de berjewendiyên DYA, Rûsya, Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Qatar û welatên din ên cîran hatine pêşberî hev. Aho diyar kir ku DAIŞ a sûd ji vê wergirt, valahiya heyî dagirt û êrîş û komkujiyên xwe yên li hemberî gelê herêmê zêde kr.

YÊN LI HEMBERÎ DAIŞ'Ê LI BER XWE DIDIN ŞARISTANIYÊ DIPARÊZIN

Aho ragihand ku armanca DAIŞ'ê ji holê rakirina çand û gelên bi hezaran salan li herêmê dijîn e, lewma Kurd û Asûriyan hedef digire û got, "Em weke gel dixwazin li welatê xwe bi gelên din re bi hev re bijîn. Em dixwazin mîna gelên din bibin xwedî heman mafan. Em ne tiştekî zêde ne jî kêm dixwazin."

Aho da xuyakirin ku Kurd û Asûrî li hemberî DAIŞ'ê şer dikin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev şer ne tenê şerê me ye, şerê mirovahiyê ye. Yên li ber xwe didin şaristaniyê û nirxên mirovahiyê diparêzin. DAIŞ hovîtiyê li Suryanî, Êzidî û gelê Kurd dike. Suryaniyên li Til Temir û Xabûrê divê bi tenê û bi awayekî bê parastin neyên hiştin. Di serî de Yekîtiya Ewropa, divê hemû dewlet destekê bidin Kurd û Asûriyan ên li dijî barbariya DAIŞ'ê li ber xwe didin."

ÇETEYÊN DAIŞ'Ê QIRKIRINÊ DEWAM DIKIN

Aho anî ziman ku qirkirina beriya sedsala di sala 1915'an de li hemberî Asûrî-Suryaniyan hat kirin îro ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Iraq û Sûriyeyê tê meşandin û got, "Di van rojên ku hînê qirkirin dewam dikin de, gelekî girîng e ku bal were kişandin ser qikirina beriya niha bi 100 salî li hemberî Ermenî û Suryaniyan hat kirin. Eger hemû welatên demokratîk ên cîhanê û Tirkiyeyê qirkirin qebûl kiribûna, dibe ku îro qirkirin nehatibûya serê me û gelên din. Dibe ku mirovahiyê ji qirkirinê ders werbigirta."

Aho destnîşan kir ku di navbera qirkirina 1915'an û qirkirina 2015'an a DAIŞ dike de ti cudahî nîne û got, "Mezinên me ji me re qal dikir ku di dema qirkirinê de mirov bi çi rengî bi hovane dihatin qetilkirin, jin û zarok dihatin kolekirin. Ya ku berê qewimîn, niha li pêş çavên me li Nînova û Sûriyeyê diqewime."

Aho diyar kir ku dewleta Tirk di mijara qirkirinê de polîtîkaya xwe ya înkarê ji destpêkê ve dewam dike û ev xal destnîşan kir:

EGER DEMOKRATÎKBÛYÎN PÊK WERE WÊ SURYANÎ VEGERIN

"Kîn û nefreta me li hemberî dewleta Tirk nîne. Em dixwazin qirkirina hatiye kirin bê qebûlkirin. Eger qirkirin bê qebûlkirin wê pêvajoya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bileze. Ev yek wê ji bo hêzên din ên dixwazin qirkirinê bikin bibe gefeke jêvegerê. Kêm be jî wê ji birînên me re bibe merhem. Nirxên me yên dîrokî û çanda me li Bethnahrîn e. Eger dewleta Tirk qirkirinê qebûl bike û welêt demokratîk bike, beşek ji mirovên me yên li Ewropayê dijîn wê vegerin. Lê belê eger demokratîkbûyîn nebe, em ê venegerin. Mînak; ez bi xwe di biçûkaniyê de neçar mam Tirkiyeyê biterikînim. Ji bo vegerê şert û merc guncaw nînin."

LI TIRKIYEYÊ AZADIYA ÇAPEMENÎ Û RAMANÊ NÎNE

Aho da xuyakirin ku dewleta Tirk ji gelek alî ve dewleteke otorîter e û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê azadiya çapemenî û ramanê nîne. Aho destnîşan kir ku weke şaredarî, ji bo tevkariyê li azadiya çapemenî û ramanê ya li Tirkiyeyê bike, wan semîner û konferans lidar xistine.

Aho ragihand ku herî dawî çend roj berê wan bi beşdariya pisporên navdar ên Swêdî konferansek li ser qirkirinê organîze kirine û got, "Ez dixwazim konferans û çalakiyên bi vî rengî li welat û bajarên cuda yên cîhanê bên lidarxistin. Eger ev pêk werin hingî wê zehmet be ku Tirkiye di polîtîkaya înkarê de israr bike. Her wiha rewşenbîr û partiyên polîtîk ên demokratrîkbûyîn û mafên mirovan ên li Tirkiyeyê diparêzin, wê destekê bidin pêvajoya aştî û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê."

Aho bal kişand ser girîngiya piştevaniya girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û anî ziman ku hilbijartin ji bo gelên li Tirkiyeyê derfetekê pêşkêş dike. Aho diyar kir ku di hilbijartinan de ew ê tercîha xwe ji bo AKP, MHP û CHP'ê nekin, ew ê tercîha xwe ji bo partiyên aştî, biratiya gelan û demokrasiyê diparêzin û di vî warî de hêviyê didin, bikin.

Aho da xuyakirin bi wesîleya 100. salvegera qirkirinê weke şaredariya Sodertalje wan biryar dane hin rêze çalakiyan lidar bixin û got, "Di 26'ê Nîsanê de çanê hemû dêrên li navçeyê wê saet di 15:00 de lê bidin. Al wê dakevin nîvî. Hemû Asûrî-Suryanî wê bi hev re qirkirinê protesto bikin."