Beşîkçî: Pakêt bersivê nade bendewariyên Kurd û Asûriyan
Beşîkçî: Pakêt bersivê nade bendewariyên Kurd û Asûriyan
Beşîkçî: Pakêt bersivê nade bendewariyên Kurd û Asûriyan
Sosyolog-Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî yê li ser vexwendina Weqfa Kurd a Swêdê li Stockholmê ye ragihand ku "Pakêta Demokrasiyê" ya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan aşkera kir, bersivê nade bendewariyên Kurd û Asûriyan. Ji bo daxuyaniya Erdogan a digot "Ne şer bila dakevin deştê û siyasetê bikin" Beşîkçî pirsa "Di doza KCK'ê de bi hezaran girtî hene. Dê çawa siyasetê bikin?" pirsî û got, "Tu hînê şaredar û parlamenterên hatine hilbijartin, li girtîgehan radigire. Dûre jî dibêjî bila şer nebe, siyaset hebe. Tu pêşî li siyasetê venake."
Di civîneke li Navenda Çandê ya Asûrî de Beşîkçî di axaftina xwe de bi giranî li ser pirsgirêka Kurd, qirkirin û polîtîkaya Pan Turkperestî ya Partiya Îttîhat û Terakkî ya di salên 1. Şerê Cîhanê de dimeşand, rawestiya. Beşîkçî diyar kir ku di destpêka sedsala 19. de li Ewropayê ji bo Împaratoriya Osmanî gotina "Zilamê Nexweş" gelekî dihat bikaranîn û destnîşan kir ku vî zilamê nexweş di destpêka sedsala 19'an de qirkirinên gelekî mezin kir.
Beşîkçî da xuyakirin ku ewçend qirkirinên mezin ên zilamê nexweş nîşan da ku ew zilam qet ne nexweş e û ti nexweşek nikare qirkirineke ewçend berfireh bike. Beşîkçî destnîşan kir ku di sala 1915'an de bi qasî 1,5 milyon Ermenî, Asûrî-Suryanî, Rûm û Kurdên Êzidî hatine qetilkirin.
Beşîkçî anî ziman ku projeya civak û dewletê ya Îttîhat û Terakkî gelekî girîng e û divê bi hesasiyetek mezin bê lêkolînkirin. Beşîkçî ev proje bi van gotinan anî ziman: "Îttîhat û Terakkî xwedî ferasetekê bû ku Împaratoriya Osmanî li ser bingeha Tirk bi rêxistin bike. Li gel vê dixwest ekonomiya Osmanî milî bike. Dê ji Derya Adriyatîk heta nava Asya Navîn împaratoriyek hebûya û li vê împaratoriyê jî dê bi tenê Tirk bijiya."
LI DIJÎ NE MISLIMANAN QIRKIRIN, LI HEMBERÎ KURD Û ELEWIYAN ASÎMÎLASYON
Beşîkçî ragihand ku ev proje li gelek astengiyan rast hat û diyar kir uk Îttîhat û Terakkî ya Rûm, Ermenî, Asûrî-Suryanî û Kurdên Êzidî li pêşiya vê asteng didît, biryar da Rûman sirgun bike, yên din bi qirkirinan ji holê rake, Kurdên Misliman lê ne Tirk bike, Elewiayn jî bi sunîtiyê asîmîle bike.
Beşîkçî diyar kir ku di bingeha sermiyana bûrjûvaziya Tirk de kargeh û malên Ermenî û Rûmên ji axa xwe hatin sirgunkirin û çavknaiya dewlemendiyên axayên axê yên Kurdan jî erdên Ermenî û Asûriyane. Beşîkçî anî ziman ku ji bo ev armanc bicih were anîn, li dijî gelên ne misliman di sala 1915'an de di nava 3-4 mehan de qirkirinên dijwar hatin kirin.
Beşîkçî destnîşan kir ku piştî qirkirinê Kurdistan perçe bû û mafê Kurdan ê avakirina dewletê ji wan hat girtin û anî ziman ku heman pirsgirêk ji bo Ermeniyan jî derbasdar e. Beşîkçî ragihand ku Ermenîstan weke Ermenîstana Rûs û Ermenîstana Osmanî bi du perçeyan hat perçekirin û Kurdistan jî bi çar perçeyan hatiye perçekirin.
KURD ÎRO DI NAVA DOJEHÊ DE TÊDOKŞIN
Beşîkçî pirsgirêka Fîlîstîn û pirsgirêka Kurd anî beranberî hev û got, "Bi tenê dijminekî Fîlîstîniyan heye. Bi tenê Îsraîl. Hemû welatên Ereb û Misliman dijminên Îsraîlê ne. Lê belê ji bo Kurd û Ermeniyan rewş cuda ye. Kurd îro di nava dojehekê de têdikoşin. Dora wan bi dijminan hatiye girtin. Hemû hewl didin Kurdan bifetisînin, perçe bikin û tine bikin."
Beşîkçî da xuyakirin ku Ermenî jî xwedî heman rewşê ye û got, "Eger di sala 1918'an de Bolşevîk nebûna, Îttîhat û Terakkî dikarîbû bi hêsanî Rojhilatê Ermenîstanê ji dîrokê ji holê rabikira. Mîna Rojavayê Ermenîstanê. Hebûna Bolşevîkan Rojhilatê Ermenîstanê rizgar kir.
Beşîkçî diyar kir ku ji ber şansekî Kurdan ê bi vî rengî nebû, rastî qirkirineke mezin hatin û destnîşan kir ku Ermenî, Rûm, Asûrî gelên herî kevnare yên Rojhilata Navîn in, bi hezaran salan li ser wê axê jiyane, lê belê ji aliyê Tirkiyên ku ji Asya Navîn hatine, hatine tinekirin.
Beşîkçî ragihand ku Kurdan 3 caran hatiye perçekirin û got, "Eger neteweyek ewçend dikare bê perçekirin, hingî kêmasiyeke wê neteweyê heye. Hêzên dijmin ên ji vê kêmasiyê sûd wergirtin, Kurdan perçe dikin û li gorî berjewendiyên xwe bikar tîne. Ev yek jib o Ermenî û Asûriyan jî derbas dibe. Divê ev gelên mijara gotinê beriya her tiştî berê xwe bidin xwe, rewşa xwe di ber çavan re derbas bikin, hewl bidin xwe ji kêmasiyên xwe rizgar bikin."
TU DIBÊJÎ BILA ŞER NEBE, LÊ PÊŞÎ LI SIYASETÊ VENAKE!
Beşîkçî der barê pirsa li ser "Pakêta Demokrasiyê" ya Erdogan aşkera kir de diyar kir ku pakêtê bersiv nedaye bendewariyan û ev nirxandin kir: "Qirkirin û sirgunek hat jiyîn. Di dema şerê 30 salên dawî de Asûrî neçar man ji Midyadê koç bikin. Cerdevanan dest danîn ser malên wan jî. Dewletê ji bo cerdevanan li dijî gerîla bide şer kirin, mal û axa wan da cerdevanan. Ev talaneke. Windahiyên Asûrî-Suryaniyan hene. Pirsgirêkên bi vî rengî yên malbatên gerîla û Kurdan jî hene."
Beşîkçî diyar kir ku Erdogan di dema aşkerakirina pakêtê de îdîa kir ku wan malê bi nirxê 2,5 milyarî radestî xwediyê wan kirine, ya rast ne wiha ye, bi tenê ji sedî 12 ê malên hatine talankirin, ji xwediyan re hatiye dayîn.
Beşîkçî da xuyakirin ku pakêta Erdogan aşkera kir pakêteke demokrasiyê nîne û bersivê nade bendewariyan û got, "Perwerdeya bi zimanê dayikê gelekî girîng e. Daxwazeke bi vî rengî ya Kurd û Asûriyan heye. Ev daxwaz hînê nehatiye bersivandin. Dê saziyên perwerdeyê yên taybet bin. Tuyê karibe li wir perwerdeyê bike. Tuyê bi pere perwerdeya bi zimanê dayikê bide zarokên xwe. Tu ji bo zarokên Tirk bi vî rengî dikî? Dewlet perwerdeya bi Tirkî dide wan. Hingî divê dewlet ji bo Kurdan, Asûrî û Ermeniyan jî li dibistanên dewletê bê pere mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bide."
Beşîkçî bal kişand ser daxuyaniya Erdogan a timî dibêje bila şer nebe, siyaset bê kirin û got, "Di doza KCK'ê de bi hezaran girtî hene. Dê çawa siyasetê bikin?" pirsî û got, "Tu hînê şaredar û parlamenterên hatine hilbijartin, li girtîgehan radigire. Dûre jî dibêjî bila şer nebe, siyaset hebe. Tu pêşî li siyasetê venake. Bi dîtina min ev pakêt bersivê nade bendewariyan."