Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 4 aktîvîstên Kurd li Berlînê di greva birçîbûnê de ne.
Ji çalakgeran Mele Mûstafa Tûzak 115 roj, Şiyar Xelîl 102 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdûr jî 99 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Çalakgeran diyar kirin, rewşeke baş e ku piştî 8 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karîbûye parêzerên xwe bibîne û destnîşan kirin, ev yek nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye.
Aktîvîstan ragihandin, ew piştgiriyê didin daxuyaniya girtiyan a roja Duşemê û gotin, "Heta ku tecrîd bi temamî bi dawî bibe wê berxwedana me bidome."
Herî dawî komek ji şoreşgerên Başûrê Kurdistanê serdana çalakgeran kirin û diyar kirin, ew piştgiriyê didin daxwazên berxwedêran.