Berxwedêrê xwerêveberiyê li Înnsbrûckê hate bîranîn
Abdullah Mûtlû (Dilxwaz Agir) ê li Cizîrê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê hate bîranîn.
Abdullah Mûtlû (Dilxwaz Agir) ê li Cizîrê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê hate bîranîn.
Abdullah Mûtlû (Dilxwaz Agir) ê li Cizîrê di 10'ê Sibatê de di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da û nasnameya wî di nava vê hefteyê de eşkere bû, li bajarê Înnsbrûkcê hate bîranîn.
Malbatê hefteya derbasbûyî cenazeyê Mûtlû ji Goristana Bêkesan a li Meletiyê hat girtin û li gundê lê ji dayik bû hat veşartin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Înnsbrûckê Kazim Aigrî û biraziyê Mûtlû Dilxwaz Mûtlû axivîn. Measîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" û belavkirina xwarina xêrê qediya.