Berxwedana ji sê salan: Tunelên şer ên Girê FM'ê
Gerîla Gabar, Şervan û Xebat ku li tunelên şer ên Girê FM'ê berxwedaneke mezin kirin, bûn lehengên destaneke ji sê salan.
Gerîla Gabar, Şervan û Xebat ku li tunelên şer ên Girê FM'ê berxwedaneke mezin kirin, bûn lehengên destaneke ji sê salan.
Ne çend roj ne jî çend hefte têrê dike ku li ser wan bê nivîsandin. Şerekî destanî yê 3 salan ku her rojeke xwe mîna destanekê bû, bêguman tenê bi nivîsekê nikare bê vegotin.
Ji ber ku berxwedana li wan tunelan ne rasthatinek li dijmin ne jî çalakiyeke ji rêzê ya li dijî dagirkeran bû. Şerê li wê çeperê, şerê li tunelên şer ên li Girê FM-Şehîd Mûnzûr tiştekî bi wî rengî nebû.
Li dijî Nemrût, Fîrewn û Dehaqên sedsala 21'ê, sebra ji bo carekê têrê nedikir. Pêwîstî bi sekn û îradeyeke ji pola hebû. Ya ku di dilê Gabar, Şervan û Xebat de hewldanek ji demekê yan jî demsalekê re nebû, hewldanek ji sed salî, biryardariyek ji sedî salî bû.
Berxwedan ji bo wan ne meylek bû, yan jî hewesek bû. Rêbazeke jiyanê bû, ya rast jiyan bi xwe bû. Weke hilmstandinê bû. Bi qasî nan û avê pêwîst bû, berxweedan û serketin ji bo wan bi qasî nan û avê pêwîst bû.
Ji Gulana 2022'an destpê kirin û heta zivistana 2025'an li ber xwe dan. Di her rojeke vê berxwedanê de heman armanc hebû. Ji bo bi serbilindî, bi serketinê navê xwe li rûpelên dîrokê binivîsînin her roj, her kêliya sê salan li ber xwe dan.
BERXWEDANA TUNELÊ YA DEMEKE DIRÊJ DEWAM KIR
Gabar, Şervan û Xebat li tunelên şer ên Şehîd Mûnzûr ên Zapê berxwedana xwe neqişandin. Ji bo em îro karibin bibêjin, 'Berxwedana tunelê ya herî demdirêj a dîroka têkoşîna gerîla' her roj tiliya wan li ser tetîkê bû û li dijmin xistin.
Fermandar Gabar Botan serketiyê şerê 12 saetan bû. Fermandarên qaşo şer ên artêşa Tirk bi kîlometreyan dûrî çeperên şer bi dûrbînê 'fermandariya ji dûrahiyê' dikirin. Lê Fermandar Gabar fermandarê eyaletê bû ku çek di destan de bi ser çeperên dijmin ve diçû û dagirker têk dibir.
Weke fedaiyên bi bawer û dilsoz ên Rêber Apo şerê xwe di nava her şert û mercî de dewam kirin. Ne weke dûrbûyîna çiya û Îmraliyê lê bi qasî pêlên Derya Marmarayê nêzî giravê bûn.
Di bombardûmanên bi gazên kîmyewî de bêhna wan nediçikiya. Di bin wê bombardûmanê de di şer de wan bêhn li dijmin diçikandin.
Vaye fermandar Gabar, Şervan û Xebat... Destaneke ji sê salan afirandin.