Berxwedana girtiyan di roja 135’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 135’yan de berdewam dike. Bi heman armancê berxwedana xelkê Mexmûr 114 û Lavrîoyê jî 97 roj li pey xwe hiştin.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 135’yemîn de ji aliyê koma 26’emîn ve berdewam dike.

MEXMÛR

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 114’emîn de berdewam dike.

YEWNANİSTAN

Welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriyî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, 97 roj li pey xwe hiştin.