Bersiv dane girtiyan: Tecrîdê zû rakin

Insiyatîva Hevgirtinê ya bi Zindanan re ji bo ku deng bidin çalakgerên greva birçîbûnê li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê çalakiyeke girseyî pêk anî.

Insiyatîva Hevgirtinê ya bi Zindanan re li ber Girtîgeha Girtî a Jinan a Bakirkoyê ji bo greva birçîbûnê çalakiyek li dar xist. Bi sedan kes bi lîlanan û dirûşma ‘’girtiyên siyasî rûmeta me ne’ ber bi girtîgehê ve meşiyan.

‘EM BERXWEDANÊ JI MEZLÛM DOGAN DIZANIN’

Di çalakiyê de li ser navê Insiyavîê Hevserok Gulsev Kaya axivî û got, ‘’em berxwedanê ji Mazlûm Dogan dizanin’’ Kaya bi berdewamî got, ‘’Em ê her bibin dengên zindanan. Girtiyên siyasî yên di girtîgehê de ne tenê ne’’

‘DEYNÊ LI SER STÛYÊ ME YE KU EM BIBIN DENGÊN GIRTIYÊ’

Hevberdevaka HDK’ê Gulîstan Koçyîgit got di girtîgehên Tirkiyê de ji bo girtiyan girtîgehekê di nav girtîgehê de çêdikin. Koçyîgît got: ‘’Em bi vê dizanin. Tiştekî girtan nîn e. Di destê wan de tenê canê wan heye û îro ji bo ku heqê xwe bistînin, li dijî tevgerên li dijî rûmeta mirovahiyê ew canê xwe danîne holê. Deynê li ser stûyê me ye ku ji vê re bibin deng, can û bikin ku ev deng olan bide û were bihîstin.’’

‘TECRÎDA LI SER OCALAN DEMILDEST BILA RABE’

Koçyîgit bi domdarî got: ‘’Em ê nehêlin ku tabûtek jî ji hundir derkeve. Ya ku li we dikeve ku hûn ên li hundir bidin jyîn, divê hûn mirovên ku we xistine zindanê, heqê wan ê jiyanê û ewlekariya wan biparêzin. Di serî de Birêz Abdullah Ocalan tecrîd divê demildest rabe. Em li vir dubare dikin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye.’’

Li ser navê Insiyatîvê daxuyanî Arîf Yilmaz xwend. Yilmaz binpêkirinên mafan ên ku girtiyên siyasî li wan rast tên rêz kir û got, girtiyan bi kêfî dişînin deverÊn din, wan tazî dikin û ser wan seh dikin, nahêlin ku tedawiya wan were kirin, dest li ser firaxên wan datîni, pirtûkên wan têne sînordarkirin, di odeya hevdîtinê ya parêzeran de kamera hene, destûra nivîska Kurdî nadin, qadên hevpar hatine qedexekirin, dema ku dikevin koxuşan û derdikevin şopên tiliyan digirin, tim bi ser koxuşan de digirin. Yilmaz bang li raya giştî ya demokratîk û şoreşger kir ku destekê bidin berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan.

Piştî daxuyaniyê gel dest bi çalakiya rûniştinê kir.