Bernameya dawiya salê ya Navenda Çanda Cegerxwîn dest pê kir
Bernameya dawiya salê ya Navenda Çanda Cegerxwîn dest pê kir
Bernameya dawiya salê ya Navenda Çanda Cegerxwîn dest pê kir
Şahiyên dawiya salê yên Navenda Çan û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn ya Şaredariya Kaypinarê dest pê kir. Bernameyên ku dê sêrojan bidome, di roja yekemîn de xwendekarên kursiyer xwepêşandanên folklor, muzîk û şaniyê kirin û fîlmên xwe yekineya sînemeyê kişandibûn jî dan nîşandan.
Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwewîn ku di qada wêje, muzîk, wêne, resk û hrw. Din de perwerdê dide, bernameya wan ya dawiya salê dest pê kir. Bernameya ku dê sê rojan bidome, bi panel, pêşangeh, reks û muzîk bê pêşkêşkirin.
Vekirina şahiyan kul i salona sînemaya navenda çandê dest pê kir, Şaredarê Kayapinarê Mahmut Dag, cigirên şaredar Aynur Yilmaz, Îhsan Avci, xwendekarên akademiyê, malbat û hezkiriyên hunerê tevli bûn.
Cigirê şaredar Îhsan Avci axivî û got: “Em careke din piştgiriya xwe ya bo kampnayaya rêxistinên kurdan a li aijî polîtîkayên asîmîlasyonê dane destpêkirin, tînin ziman û li navenda me ciwan li dijî qikirina çandî xebatên gelek girîng dike. Gelê kurd heta niha li her qadê li dijî înkar û îmhayê têkoşiyaye. Bi vê têkoşînê saziyên xwe ava kirine û peywirê girîng dikeve ser van saziyan. Em ji bo hemû kursiyerên xwe spas dikin.”
Bername bi pêşandane wêneyên xwendekaran hat destpêkirin. Her wiha reksa gelerî ya herêma Mêrdîn û muzîk û pêşandanên dansê hatin nîşandan. Her wiha fîlmên beşa yekineya sînemayê kişandibûn jî hatin nîşandan. Bername îro û sibe jî didome.