Bernamevanên televîzyonên Kurd: Em ê nehêlin ku werin girtin
Tê xwestin ku televîzyonên Kurd Stêrk Tv, Ronahî Tv û News Channel ku li Ewropa weşanê dikin werin girtin.
Tê xwestin ku televîzyonên Kurd Stêrk Tv, Ronahî Tv û News Channel ku li Ewropa weşanê dikin werin girtin.
Rayedarên televizyonê jî dibêjin, ‘’Ji ber ku em nûçeyên têkilldarî zext û komkujiya li ser Kurdan didin dixwazin ku televizyonên me bigirin’’ û ji ber ku şîrketên Ewropa bi Tirkiyê re hevkariyê dikin helwesta xwe nîşan dan.
Tê xwestin ku televîzyonên Kurd Stêrk, Ronahî û News Channel yên li Brûkselê ji hêla Eutelsatê ve werin girtin. Hinceta Eutelsatê jî giliyên RTUK’ê yên pêkanokî ne.
Na cara pêşî ye ku televîzyonên Kurd têne girtin. Heman Eutelsatê li ser daxwaza Tirkiyê par jî Med Nûçe bi heman sedemê girtibû. Lê çîroka girtinê ne tenê ev e. Ji berê ve ye. Med TV, yekem TV’ya Kurd 1995’an ji ser peykê dest bi weşanê kirî,pêşî bûbû hedef û piştre jî hatibû girtin. Bi dorê Medya, Roj û Nûçe rastî li zextan hatibûn, hatibû girtin û azadiya agahdarbûna Kurdan ji dest wan hatibû standin. Ev rewş ev 22 sal in didome. Îro tê xwestin ku Stêrk Tv, Ronahî û News Channel bêyî ku zemîneke hiqûqî û darazê hebin bigirin.
Kurd vê rewşê weke parçeyek ji êrîşa giştî ya AKP’ê dibînin. Bernamevana Stêrk TV Gulîstan Îke, li ser navê Ronahî TV Bunyad Cizîrî û yej ji raberkarê Stêrk Tv nûçegihan Rêşad Sorgul jî dibêjin, ‘’Ji bo ku em nûçeyên têkildarî zext û qirkirina li ser Kurdan didin êrîşê tînin ser me. Şîrketên Ewropayê jî hevkariyê bi vê re dikin’’ û gotin ew ê mafê azadiya gelê Kurd a agahdarbûnê biparêzin.
‘EUTELSAT HEVKARÊ TIRKIYÊ YE’
Gulîstan Îke diyar kir ku biryara şîrketa Eutelsatê siyasî ye,bi hevkariya bi Tirkiyê re ev biryar standiye. Îke biryara ku Îlona bihurî li ser Med Nûçe hate dayin bi bîr xist û got: ‘’Li gel ku lîsansa televizyonên Med Nûçe û Newroz Tv hebûn jî bi rengekî nehiqûqî weşana wan hate rawestandin. Hevkariya Eutelsatê ya bi Tirkiyê re didome. Niha jî bi heman rengî dixwazin Stêrk, Ronahî û News Channalê jî bigirin. Ev biryareke siyasî ye û li pişt vê biryarê dewleta Tirk heye. Êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê di qada navdewletî de jî didome.’’
‘STÊRK TV QENELA NETEWÎ YA KURDAN E’
Îke diyar kir Stêrk Tv qenela neteweyî ya Kurdan e û got, di serî de çand, sosyal, siyasî û dîplomasî ew geşedanên têkildarî Kurdan radigihînin. Îke got ew rêgezên navnetewî yên weşanê ji xwe re esas digirin û wiha domand: ‘’Tenê tiştek heye ku me ji dewleta Tirk re dike hedef; ev jî ew e ku weşanên me li dijî kirinên faşîst ên dewleta Tirk ên dijî Kurdan in. Em li dijî van, di şopa heqîqetê de, bi perspektîfeke ku agahiyên rast û bêalî bidin tevbigerin. Ev jî wan nerehet dike, ji bo vê jî êrîşê tînin. Wekî dî bi tiştekî dî nayê vegotin.’’
Îke diyar kir ku ew bi TV’ya xwe wê li dijî van êrîşan têkoşîna demokrasî û hiqûqî bidin û bang li derdorên demokrat ên Ewropa û gelê Kurd kir ku wan tenê nehêlin.
'RONAHÎ TV DENGÊ ŞOREŞA ROJAVA YE'
Li ser navê Ronahî Tv Bunyad Cizîrî got ev ne hewldana pêşî ya Tirkiyê ye û got, ‘’Her kes baş dizane, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi dehan tv hatin girtin. Ev jî berdewama van êrîşan e.’’ Cizîrî got Ronahî TV dengê Şoreşa Rojava ye û wiha domand: ‘’Hemû cihêrengî û kêmarên li Sûriyê xwe di Ronahî Tv de dibînin. Ên ku dixwazin Ronahî Tv bigirin xizmetê ji DAIŞ’ê re dikin. Xizmetê ji dewleta Tirk û kaosa Sûrî re dikin. Girtina Ronahî Tv tê maneya ku komkujiyên din wê bibin. Ev komkujî wê ne tenê dlijî Kurdan li dijî hemû gelan be.’’
Cizîrî rexneya tund li dewletên Ewropa anî û got: ‘’Ewropa her carê dibêje ku li Tirkiyê çapemenî ne azad e. Lê dema ku mijar Kurd bin bêdeng e. Ev dirûtî ye. Ew jî baş dizanin ku em weşana xwe li gorî hiqûqa navdewletî pêk tînin.’’ Cizîrê bang kir ku saziyên çapemeniyê yên navnetewî jî destekê bidine wan.
‘EM Ê TELEVÎZYONÊN XWE BIPARÊZIN’
Rêşad Sorgul ev nêzî 20 salan e ku di televizyonên Kurd de nûçegihaniyê dike û raberkariyê dike. Bu şahid ku heta niha gelek televizyonên Kurd hatin girtin. Ew jî weke xebatkarên din li dijî biryara girtinê bi bertek e. Lê tiştên ku dibin ji rewşa Kurdan a tê de qut nanirxîne û dibêje: ‘’Ev kevneşopiya ku bi MED TV dest pê kirî bû toreke çapemiyê. Ev geşedaneke pir mezin e. Êrîş encama polîtîkayên li ser Kurdan in.
Di nav 22 salan de gelek qenalên Kurd bi hincetên ne yasayî û hiqûqî hatin girtin. Di serê van de jî MED TV heye. Bi qenalên din berdewam kir. Ev girtin bi hincetên hiqûqî nikarin werin vegotin. Tenê têkildarî geşedanên siyasî yên demê ne. Hincetên ji bo Stêrk, Ronahî û Newc Channelê jî heman hincet in.
Sorgul diyar dike ku ev hewldan wê bandorê li Kurdan nekin û wiha didomîne: "Ji bo ku têkoşîna gelê me rawestînin û saziyên em bigirin wê bêhtir kêferatê bikin. Lê piştî vê saetê wê nikaribin tiştekî bi ser bixin. Ji ber ku Kurd ji her demê zêdetir xurt in û xwedî derfetên mezin in. Ji xwe sedema êrîşkariya wan a bi vê astê jî ev e."
Sorgul bi bîr xist ku Kurd xwedî toreke mezin a medyayê ne û wiha domand: "Tora Kurd û çapemeniya azad bi qasî ku em texmîn nakin mezin û berbelav e. Dikare bi dijberê xwe re bikeve dubendiyê. Ji bo vê jî Kurd wê êrîşên wiha qebûl nekin. Em êdî weke berê nabêjin, 'Heke ew yekê bigirin em ê yeka dî vekin'. Em ê televîzyonên heyî biparêzin. Em ê destûrê nedin ku bigirin. Divê her kes hêvîdar be. Ji ber ku Kurd ne Kurdên berê ne."