Berlîn dest ji komirê bernade

Berlîn dest ji komirê bernade

Sozên ku hikûmeta Fedetal a Elmanyayê ji bo pêşî li belavbûna karbondîoksîtê bê girtin dabû, li hewa dihele. Li gorî çapemeniya Elmanyayê wezareta Enerjiyê bi taybet ji komira ku di hilberîna elektîrê de rola wê ya mezin heye dest bernade.

Li gorî nûçeya di kovara Der Spîegel de cih digire Wezîrê Enerjiyê yê Federal ê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Sîgmar Gabrîel, naxwaze dest ji santralên termîkê berde. Di nûçeyê hat gotin ku Gabrîel di nîqaşên kabîneyê de îdîa kiriye ku hedefa Elmanyayê ya heta 2020’an wê gaza karbondîoksît (CO2) ji sedî 40 kêm bibe, wê pêk neyê û bi taybet jî gotiye divê dest ji santralên komirê yên di hilberîna elektrîkê de tên bikaranîn bernedin.

Li gorî nûçeya Spîegel, Gabrîel gotiye ku ji bo hilberîna enerjiyê nikarin hema wisa dest ji komirê berdin.

JI HEDEFÊN DEMSALÊ GOTIBU ‘ÎLUZYON’

Gabrîel di dawiya hefteyê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku di hilberîna enerjiyê de nikarin dest ji komirê berdin û diyar kir ku biryara Elmanyayê ev e ku heta 2022’an santralên nukleerê bigirin û wiha gotibû: “Di heman demê de em nekarin dest ji enerjiya nukleerê û komirê berdin. Polîtîkaya enerjiya tê nûkirin a Elmanyayê bi ‘îluzyonan tijî ye.'”

DIVÊ DI 40 SALÎ DE BI GIŞTÎ DEST JI KOMIRÊ BERDIN

Elmanyayê di dema karaseta tsunamî ya Japonyayê a 2011’an de û piştî teqîna Santrala Nukleerê ya Fukuşîmayê gotibû wê heta 2022’an bi giştî santralên enerjiyê bigirin. Elmanyaya ku di mijara zêdebûna CO2’ê hewl didin pêşî lê bigirin û kêm bidin de di eniya pêş de cih digire û gotibû ku wê di 2020’an de ji sedî 40 kêm bikin. Ji bo ev pêk bê jî divê dawî li santalên termîkê yên bi komira lînyît dixebite bê dayîn.

RÊXISTINÊN DERDORÊ JÎ HIŞYAR KIRIBÛ

Li gorî rapora saziyên hawîrdorê Germanwathc û WWF’ê ve hatine amadekirin, tê gotin ku ji bo hedefa ji sedî 40 pêk bê divê dest ji hilberîn elektrîkê ya bi komirê tê hilberandin berdin. 

Nêzîkatiya Hikûmeta Elman a berevajî sozên der barê germahiya global de ne, rastî rexneyên tund ê hevkarê wê SPD’ê tê. Pisporê ekolojiyê yê partiyê Erhard Eppler, Volker Hauff û Ernst Ulrich von Weizsäcker, Wezîrê Enerjiyê Sigmar Gabriel rexne kiribû û di hedefên der barê 2020’an de israr kiribûn.

Ji aliyê endamên Meclîsa Federal a SPD’ê Matthias Miersch ve daxuyaniyek hat dayîn û got ku gelek şaş e mirov bêjin hedefên demsalî pêk nayên.