Berkîn di komayê de, dadmendî jî di xew de ye!

Berkîn di komayê de, dadmendî jî di xew de ye!

Berkîn, ku ji ber bombeya polîsan a li serê wî ket bi giranî birîndar bû, 99 roj in di beşa lezgîn de, di komayê de ye. Beramberî vê jî dadmendî di xew de ye. Der barê polîsên ku Berkîn 14 salî xistin rewşa mirinê de 99 rojin lêpirsînek ne hatiye kirin.

Berkîn Elvan ê 14 salî di dema çalakiyên Gezî de bi bombeya gazê ya polîsan avêt ji serê xwe birîndar bû û hîna di beşa lezgîn de tê ragirtin. Parêzerên wî di 25’ê Hezîranê de gilî kirin. Lê belê di dosyaya ku bi giliyên din re kirin yek de, ti pêşketin nîne. Raporên ku dozgeriyê ji nexweşxaneyê wergirtine heya niha ne şandine Saziya Tiba Edlî.

Berkîn Elvan ê 14 salî dema di sibeha 16’ê Hezîranê de ji mala xwe ya li Okmeydanê derdiket ji bo biçe dikanê nan bîne, ji ber bombeya gazê ya polîsan avêtî, ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Berkîn rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Okmeydanê, lê ev 99 roj in di beşa lezgîn de tê ragirtin.

DI LÊPIRSÎNÊ DE TI PÊŞKETIN NÎNE

Parêzerên Buroya Huqûqê ya Gel girêdayî bûyerê di 25’ê Hezîranê de gilî kirin. Lê belê dozgeriyê hemû giliyên girêdayî dema çalakiyên Gezî yên der barê polîsan de xistin di yek dosyayê de. Parêzeran xwestin, dosya Berkin Elvan bê cudakirin lê daxwaza wan ne hat pejirandin.

Parêzer Evrîm Denîz Karatana ji ANF’ê re axivî got: “ Bi mehane xebatek ne hatiye kirin. Dîmenên cihê bûyerê jî ne xistine di nava dosyayê de. Tenê tişta kirine, raporên nexweşxaneyê xwestine. Pêwîste ev rapor jî ji Saziya Tiba Edlî ben şandin. Lê ev jî ne kirine.”