Bendava Tebqayê hate dorpêçkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk vê sibehê ji bo Bendava Tebqayê ji çeteyan rizgar bike ketin nav tevgerê û tesîsa belavkirin û hilberînê ya elektrîkê ji çeteyan paqij kirin.

Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (QSD) serê sibehê taxên Duyem û Sêyem ên mezin (Hey Tanî û Salis) xistin bin kontrolê û pêşdeçûna xwe berdewam kirin.

Di saet 11:30’an de şervanên QSD’ê ji bo kontrola bendavê, careke din berê xwe dan Bendava Firatê. Di encama şerên dijwar de saet 16:00’an navenda hilberîn û belavkirina elektrikê ji çeteyan hate paqij kirin. Xebatên kontrolê li van cihan hate kirin.

Çeteyên ku xeta wan a parastinê hat şikandin, di avahiyên bendavê de hatine dorpêçkirin.

Fermandarên QSD’ê diyar kirin ku berxwedana çeteyan a çend rojên dawî hatiye şikandin û ew dixwazin îşev Bendava Firatê bi temamî ji çeteyan paqij bikin.

Navenda bajêr a Tebqayê ji 2’yê Gulanê û vir ve di kontrola QSD’ê de ye.