Belgeya koalîsyona çeteyan
Li ser rêxistinbûna çeteyan a dewleta Tirk, ku AKP serkêşiyê jê re dike û tifaqên wan ên qirêj, belgeyeke nû derket holê.
Li ser rêxistinbûna çeteyan a dewleta Tirk, ku AKP serkêşiyê jê re dike û tifaqên wan ên qirêj, belgeyeke nû derket holê.
Derket holê, di navbera çeteyên mîna El Nûsra ku di dema dawî de nav guhertiye û çeteya Sûltan Mûrad a ji aliyê MÎT'ê ve hat avakirin û piraniya endamên wê ajanên MÎT'ê ne, di sala 2015'an de beriya êrîşên li dijî Şêx Meqsûdê, peyman hatiye morkirin. Di vê belgeya peymanê de, tevî êrîşa hevpar a li dijî Helebê, rê û rêbazên rêveberiya piştî van êrîşan jî tê nivîsandin.
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Telal Silo, di hefteya bihurî de dema êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şehbayê dinirxand, gotibû ku Sûltan Mûrad ji aliyê endamên MÎT'ê ve hatiye avairin û dewleta Tirk bi rêya Mahmûd Kemo çek ji çeteyan re şandiye. Silo şahidiya xwe ya ji vê yekê re bibîr xistibû û gotibû, "Yên niha îdîa dikin ku komên Artêşa Azad in, ew kes in ku beriya niha ev herêm radestî DAIŞ'ê kiribûn. Ji gundên li bakurê Sûriyeyê û Ezazê vekişiyan. Ez hingî berpirsyarê Tûgaya Selçûklû bûm. Hingî wê bi du qemyonan çek û cebilxane ji me re ji Tirkiyeyê bihata. Di navbera me û DAIŞ'ê de li Raî 6 rojan şer qewimî. Me 6 rojan li ber xwe dan. Yek ji van her du qemyonên bi çek û cebilxane dagirtî, ji Raî derbas bû. Ya din jî ji deriyê Cerablûsê derbas bû. Yê ku ev teslîm girt, Berprisyarê Tûgaya Mehmet Fatîh Mahmûd Kemo bû ku bi navê Ebû Kemal dihat naskirin. Vî şexsî ti destek neda tevgera li Raî û navenda operasyonê. Ev çek ji me re neşand. Em bê çek û bê cebilxane man. DAIŞ'ê êrîşên girantir kir û Raî bi dest xist. DAIŞ'ê bi vî rengî temamiya bakurê Helebê dagir kir. Ji vî şexsî ti hesab nehat xwestin. Me di bin kontrola MÎT'ê de civîn pêk anîn. Di wê civînê de min xwest, ev kesên ku bûne sedem bakurê Helebê bikeve destê DAIŞ'ê, bi taybetî rê li ber ketina Raî vekirine werin darizandin. Lê belê beşdarên civînê û MÎT'ê gotineke bi tenê jî negotin. Ev kes jî nehat darizandin. Bi rêya wî alîkariya çekan a bi qemyonan dewam kir. Çek bi vî rengî bi rêya Mahmûd Kemo ji DAIŞ'ê re dihatin şandin. Hê jî tê şandin. Ev şexs niha ji aliyê Tirkyeyê ve weke nûnerê Tirkmenan tên nîşandan. Ji aliyê Tirkiyeyê ve tên xwedîkirin. Di nava êrîşên heyî yên dagirkirina herêmê de, ku navê 'Mertala Firatê' lê kirine, hejmara Tirkmenan ne zêdeyî 50 ye. Ev jî ji xwe yekser ji MÎT'ê re dixebitin."
JI HEMAN CIHÎ XWE XWEDÎ DIKIN
Ev kesên ku Telal Silo qala wan dike, niha di nava Sûltan Mûrad û çeteyên din de cih digirin. Yek ji fermandarên Sûltan Mûrad Fehîm Îsa û Osman Salîh êdî bi rengekî eşkere tê zanîn ku endamê MÎT'ê ne û mûçeyan distînin. Dema mirov li têkiliyên navbera Sûltan Mûrad û El Nûsra yên di bin kontrola MÎT'ê de ne dinêrin, baştir fêhm dikin bê çima Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn ji Erdogan xwestiye ku Nûsra ji Helebê vekişe. Ev belgeya lihevkirinê ya sala 2015'an nîşan dide ku ev komên çete xwe ji heman cihî xwedî dikin.
BERIYA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ŞÊX MEQSÛDÊ
Bi vê belgeyê re fermî dibe ku komên mîna Nûsra, Ehrar Şam, Nûreddîn Zengî, Feylak El Şam, Cindullah di sala 2015'an de li Helebê bi Sûltan Mûrad re peyman mor kirine û ji Nûsra û çeteyên din re çek hatine şandin.
Bi serkêşiya Nûsra û rêxistinbûna MÎT'ê Sûltan Mûrad, tevî 11 komên çete peyman hatiye morkirin. Di peymana van koman de biryar tê dayîn, bi navê Şerîa El Ensar navendeke nû ya tevgerê were avakirin. Armanc jî dagirkirina Heleb û derdora wê û rêveberiya vê derê bi 'Sîstema Şerî' ye.
KOMÊN DI NAVA PEYMANÊ DE CIH DIGIRIN
Di peymana roja 2'e Tîrmeha 2015'an hat îzmekirin û belavoka bi hejmara 1'ê ya piştre hat weşandin de, navên komên li hev civiyan e bi vî rengî tên eşkerekirin:
* Cephet El Nurse
* Cephet Ensar El Dîn
* Tevgera Mucahîdên Îslamê
* Ensar El Xîlaf
* Tevgera Ehrar Şam
* Ketîbet El Tevhîd vel Cîhad
* El Fevcl Evvel
* Ketayib Ebû Amara
* Ketayib Fecrl Xîlafa
* Saraye El Mîat
* Ketibetl Sehabe
LI ŞÊX MEQSÛDÊ ÊRÎŞAN DEST PÊ KIRIN
Piştî ku ev peyman hat morkirin, êrîşên li dijî Şêx Meqsûdê dest pê kirin. Ev êrîşên heman piştî meha Tîrmehê dest pê kirin, tevahiya zivistanê dewam kirin. Ji ber van êrîşan zêdeyî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, ewqas jî birîndar bûn.
Weke ku tê zanîn êrîşên li ser Şêx Meqsûdê ji nû ve dest pê kirin, lê vê carê di bin navê 'Lîwa Îslam' de tên kirin.
HEWLDANA ERDOGAN A NÛSRA
Piştî vê peymanê Serokkomarê Tirk Erdogan got, "Nûsra jî li dijî DAIŞ'ê şer dike, hûn çima jê re dibêjin terorîst'. Dema ev daxuyanî da, Nûsra û çeteyên pê re êrîşî taxa Kurdan a Helebê Şêx Meqsûdê dikirin û komkujî dikirin. Di ser Sûltan Mûrad re çek ji DAIŞ û Nûsra re dihat şandin.