Bêkartiya fermî di salekê de milyonek zêde bû

Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) li Tirkiyeyê kesên temenê wan li ser 15’an e rêjeya wan a bêkartîyê di meha Hezîranê de bûye 13 ji sedî.

Daneyên TUÎK’ê diyar dike ku bêkar zêde dibin. Li gorî daneyên fermî bêkartiya di Hezîrana 2019’an de li gorî heman serdema sala borî 938 hezar kes lê zêde bûne û ev hejmar bûye 4 milyon û 253 hezar. Bêkartî 2,8 ji sedî zêde bûye û rêjeya nû bûye 13 ji sedî. Tê diyarkirin ku hejmara rastîn a bêkaran ji vê rêjeyê zêdetir e.

Bêkartiya di navbera salên 15-24’an de 5,4 ji sedî zêde bû û bûye 24,8 ji sedî. Rêjeya bêkariyê ya di 15-64 saliyan jî bûye 13,3 ji sedî.

Kesên ku bê ewlehiya civakî dixebitin jî rêjeya wan bûye 35,2 ji sedî.