BDP: Em hefteyekê zarokên xwe naşînin dibistanê

BDP: Em hefteyekê zarokên xwe naşînin dibistanê

BDP’ê piştgiriya xwe ya bo boykota dibistanan a ji bo zimanê dayikê anî ziman û da zanîn ku dê parlamenter şaredar û rêveberên BDP’ê jî tevli bibin û bang hat kirin ku hemû alî bi hestiyar tevbigerin.

Navenda Giştî ya BDP’ê der barê sala perwerdehiyê ya nû a tirk de daxuyaniyek da. BDP’ê da zanîn ku ev 100 sale li ser zimanê kurdî asîmîlasyon tê meşandin û wiha hate gotin: “Ger zimanê gelekî yanî hebûna wê neyê naskirin, ev jî nîşan kirin ku qirkirina gelekî ye. Welatê me û gelê me ji qirkirinê ne biyaniye, îro jî dizane ku polîtîkayên qirkirina nasname, çand û ziman tê meşandin. Hikûmeta AKP’ê polîtîkaya ku dimeşîne li dijî rastiya zimanê kurdî dimeşîne û polîtîkaya wê ji polîtîkaya dewleta berê ne cudatire.  Zimanê kurdî wek dersa hilbijarte mahkumkirin vê nêzîkatiyê nîşan dide.”

AKP DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ NEKE MIJARA BAZARÊ

BDP’ê di daxuyaniya xwe de kurd rumet û rastiya xwe tenê di hefteyê de bi du saetan  bibîrnayne û got: “Ne gelê kurd, hemû gelê li Tirkiyeyê dijîn bi vê pêkanînê re rû bi rû ne. Di vê pêvajoya ku em wek pêvajoya rizgariya demokratîk bi nav dikin de nêzîkatiya AKP’ê ya li hemberî zimanê me, nasnameya emê li ber çavan bigirin.  Îro hikûmeta AKP’ê bi gotinên vala û ziwa gel mijul nakin. Ev nêzîkatî jî çareseriyê pêk nayne.

Zimanê dayikê nabe mijara nîqaşê û divê di her qada cemawerî de bê bikaranîn. Divê hikûmeta AKP’ê vê neke mijara bazarê. Mafê herî rewaye. Divê ev polîka di van rojên ku meclis tê vekirin de bê guhertin. Zimanê kurd zimanê wêje, zanist, huner, siyaset û jiyanê.

PARLAMENTER, ŞAREDAR Û ENDAM DI BOYKOTÊ DE NE

BDP’ê piştgiriya xwe ya der barê boykotê de jî anî ziman û wiha got: “ Partiyame, rêveber û endamên partiya me, parlamener, şaredar û endamên me dê tevli boykotê bibin. Dê zarokên xwe hefteyekê neşînin dibistanan.

Em bang li hemû kesî kir ku tevli boykotê bibin zarokên xwe neşînin dibistanê.