BDP'ê sê şoreşger bibîr anî

BDP'ê sê şoreşger bibîr anî

Navenda Giştî ya BDP'ê, di 41. salvegera darvekirinê de pêşengên şoreşa Tirkiyê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan bibîr anî.  BDP'ê destnîşan kir, ku ew mîrateya têkoşînê ya ji Denîzan girtine, bi biryariyek mezin dimeşînin.

Partiya Aştî û Demokrasiyê di peyaman xwe de diyar kir, ku hesappirsîna ji mejiyê Denîz û hevalên wî darvekirin e û têkûzkirina demokrasiyê wezîfeya hemû hêzên çepgir, sosyalîst û demokratîk e.

Di daxuyaniya BDP'ê de hat ragihandin, ku di kesayetiya Denîz,  Huseyîn û Yûsûfan de, pêşeroja ronî ya vî welatî çûye sêdarê.

BDP'ê diyar kir, ku pira aştî û demokrasiyê ya vî welatî cara yekemîn ji aliyê van şoreşgeran ve hatiye çêkirin. 

Di vî warî de weha hat got, "Komek Dev-Genç'î ya ji Ûlaş Bardakçi, Mahîr Çayan, Omer Ayna, Sebahattîn Kurt, Denîz Gezmîş û Huseyîn Cevahîr, di sala 1968'an de hat heta Colemêrgê û li ser Ava Zapê pirek çê kirin. Gotin "Ne li Stenbolê, li Zapê pir." Ev pir di heman demê de pira yekemîn a biratiya gelan bû.

Lê belê ev pira biratiyê, ji aliyê mejiyê ku Mahîran li Qizildere kuştin û Denîzan birin sêdarê ve, di salên 1990'î de hat hilweşandin. Armanca yên ev pir xera kirin ew bû ku biratiya gelan xera bikin û di şûna wê de dijminatiyê ava bikin. Lê bi serneketin. Gelên Tirkiyê destûr neda ku ev biratî xera bibe."

Navenda Giştî ya BDP'ê destnîşan kir, ku bîranîna Denîzan bi têkoşîna hevpar a hemû hêzên çepgir û demokratîk re, bi têkûzkirina aştî û demokrasiyê dikare jîndar bibe.

BDP'ê got, "Wezîfeya her çepgir, sosyalîst û hêzên demokrasiyê ye, ku hesaê ji têgihiştina Denîzan birine sêdarê. "

Di dawiya daxuyaniyê de, Denîz, Huseyîn û Yûsûf hatin bîranîn û hat destnîşankirin, ku ewê têkoşîna wan a demokrasî û aştiyê bi biryardarî her bimeşînin.