BDP'ê rewşa girtiyê nexweş Kaçar xist rojeva Meclîsê

BDP'ê rewşa girtiyê nexweş Kaçar xist rojeva Meclîsê

Parlamentera BDP'ê Ayla Akat Ata, dosyayên li ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Hasan Kaçar, Girtîgehên Tîpa R yên Metrîsê, girtiyên nexweş ên li benda Saziya Tipa Edlîne pêşkêşî Wezareta Edaletê kir.

Ata bibîr xist ku li gorî daneyên Komeleya Mafên mirovan ji 10'ê Îlonê ve 154 jê rewşa wan giran 536 gritiyên nexweş tên ragirtin û bal kişand ser rewşa Hasan Kaçar ê 29 salî.

Ata ragihand ku nexweşê Ankîozan Spondolît Hasan Kaçar bikare bimeşe, nikare tevbigere, nikare serê xwe ji bilivîne û bi serûman tê xwedîkirin. Ata bibîr ku tişta yekane der barê Kaçar de hatiye kirin jî, veguhastina wî ji bo Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê ye.

Ata diyar kir ku di bin navê rehabîlîtasyonê de ev girtîgeh veguheriye kampa komkirinê û destnîşan kir ku piştî sewkkirinê rewşa Kaçar girantir bûye.

Ayla Akat Ata ji Wezîrê Edaletê Ergîn pirsî ka ji bo serbestberdana girtiyê nexweş Kaçar xebateke dimeşîne yan na.

Parlamentera BDP'ê Ata ev pirs li Ergîn kir:

- Ji sala 2002'an û vir ve hejmara girtiyên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane çend e? Sedem, sal û girtîgehên van mirinan bi çi rengî ne?

- Li gorî daxuyaniyên sala 2013 yên Wezareta we, di nava sê salên dawî de hejmara girtiyên jiyana xwe ji dest dane, zêde bûye. Wezareta we gihaştiye ti agahiyan ku sedema zêdebûna van mirinan nîşan didin?

- Ti bernameyeke Wezareta we ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên girtiyan heye yan na?

- Der barê Girtîgehên bi Tîpa Rehabîlîtasyonê de rexneyên cidî tên kirin, di vî warî de planeke we heye?

- Weke qadeke pîlot a xebatê, gelo belavkirina Girtîgehên bi Tîpa R di fikrê we de heye yan na?