BDP’ê pirsî: Gelo Cemaet ciwanan dişîne Rojava?

BDP’ê pirsî: Gelo Cemaet ciwanan dişîne Rojava?

Parlementera BDP’ê Sebahat Tuncel ji Serokwezîrê Tirk Erdogan pirsî, ciwanên temenê wan di navbera 16-20 de birêya komeleyên olî û cemaetan ji bo li dijî Kurdan bidin şerkirin dişînin Rojava yan na.

Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel îdiayên weke li bajarên Semsûr, Çewlik, Riha, Êlih, Amed û Bedlîs jî di nav de heyî ji hinek bajaran ciwanên temenê wan di navbera 16-20 salî de, birêya hinek komeleyên olî û cemaetan dibin Rojava li dijî gelê Kurd didin şerkirin, ji Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan pirsî.

Tuncelê pêşnûmepirs ji bo Erdogan bersiv bide da Serokatiya Meclisê û got: “Saziyên dewletê van faliyetên cemaet û komeleyên mijara gotinê dizane, heta çav li xebatên wan digire û di nav nîqaşan de tê gotin piştgiriya wan jî dike.”

Di pêşnûmepirsa Tuncelê de ev tişt hatin gotin:

“Tê gotin ku, li Semsûrê di nava gel de nêzî 200 ciwanan, bi komên 10 kesî li rehberiyên endamên rêxistinê, Kîlîs û nêzî Akçakaleyê ewlekariya wan tê girtin û derbazî Sûriyeyê dikin. Tê gotin ku, 14 kes ji Semsûrê jiyana xwe ji dest dane, hinek jî vegerîne malên xwe.

Kesekî binavê M.D gotiye, du zarokên wî xapandine û ji bo tevlî çeteyên El Nusra bibin şandine û ew kesê şandine jî nas dike. Dema ku M.D serî li rayedarên emniyetê jî dayî, jêre gotine zarokên te reşîdin, ji ber wê çendê em nikarin tiştek bikin. M.D tîne ziman ku, ew çûye herêma Helebê û li 8 kamp lê hene, ew li 5 kampan geriyaye. Li vir 45 rojan perwerdeya çekê dibînin û piştre jî dişînin şer. Lê belê bi hewildanên şexsî nekariye bigehe zarokên xwe.”

Tuncela ku xwest bizane çend kes yan jî malbat hene ku bi gûmana ku zarokên wan ji aliyê çeteyên girêdayî El Qaîdeyê şandine Sûriyeyê serî li polîs yan edliyeyê dane, pêşnûmepirsek wiha da Erdogan:

Tuncela ku bizane ev îdiayên tên gotin rastin yan na ji Serokwezîr pirsî, “Eger rast be çend kes hene? Eger agahiya we hebe, tevlîbûn li kîjan bajaran tê kirin?” û bersiv xwest.

“Têkildarî serlêdanên malbatan xebatek çawa hatiye kirin?

Çend kes, komele yan rêxistin hene ku tê îdiakirin alîkariyê didin ku ciwan tevlî çeteyên girêdayî El Qaîdeyê bibin?

Eger komeleyên wisan hebin, têkildarî wan çi xebatek zagonî hatiye kirin?

Eger nehatibe kirin, hûn difikirin bikin?”