BDP’ê ji Ehmed Turk re sersaxî xwest

BDP’ê ji Ehmed Turk re sersaxî xwest

Hevserokên BDP’ê Demîrtaş û Kişanakê têkildarî wefata birayê Ehmed Turk, peyamek sersaxiyê weşand.

Hevserokên BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak têkildarî wefata birayê Hevserokê KCD û Parlementerê BDP’ê yê Mêrdînê Ehmed Turk, Hacî Demo Turk peyamek ya sersaxiyê weşand û wiha gotin:

“Em bi wefata Hacî Demo Turk gelek xemgîn bûn. Mixabin ew bi nexweşiyekî bêçare ketibû. Em êşa birêz Turk û xizmên wan ji dil parve dikin. Xwedê rehma xwe lê bike û sersaxiyê li hemû malbat û xizmên wî didîn.”