BDP’ê ji bo ciwanên kurd yên li Bahamanan winda bûne ket dewrê

BDP’ê ji bo ciwanên kurd yên li Bahamanan winda bûne ket dewrê

Du kesên bi navê Veysî Oral û Huseyîn Ozkan yên qeydê şêniya Mêrdînê ne di 26’ê Sibata 2012’an  de ji ser Kubayê wek turîst derbasî Bahamayan bûn û 13 roj şûnde careke din agahî ji wan nehat girtin.  BDP’ê li ser daxwaza malbata Oral û Ozkan ji bo ku bên dîtin serî li Wezareta Karê Hundir dan.

 Ligel hewldanên malbatan agahî ji her du kesan nehat girtin û malbatan herî dawî serî li BDP’ê da. Xizmê Oral û Ozkan, Nayîf Gumuş daxwaznameyek ji BDP’ê re şand û diyar kir ku xizmên wî yên hatine bajarê Nassau ya Bahamanê li balafirgeha Nassau ji aliyê du karkerên balafirgehê Kevin Giggins û Anton Semor ve hatine pêşwazîkirin.

Gumuş da zanîn ku her du jî di 1’ê Adarê de li bajarê Freeport li Otela Royal Islander bi cih bûn û li Otelê Kevin Giggs ji min re got ‘Ev zarok dixwazin gurçikên xwe bifiroşin gelo? Û got: “Min got na, ez titşekî  wisa careke din nebihîzim.  Wî jî min re got; ez dê bi riyeke din hel bikin. Wê demê min fêm nekir ku dixwaze çi bêje.

Gumuş wiha got: “Di 9’ê Adarê de pismamê Kevin Giggs, Clement Mackenzie , Oral û Ozkan ji otelê digire û ji wê rojê şûnde agahî ji wan nayê girtin.  Gumuş da zanîn ku serî li seferatxaneya Bahaman a Enqereyê û seferatxaneya Tirkiyeyê ya Kubayê dane lê tu encam negirtine.

 Gumuş da zanîn k udi serlêdanan de rayedarên hikûmeta Bahamayê ji bo wan bûne alîkar lê rayedarên Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê eleqe nîşan nedane.