BDP’ê dayîka Nazîfe ji Wezîrê Dadê pirsî
BDP’ê dayîka Nazîfe ji Wezîrê Dadê pirsî
BDP’ê dayîka Nazîfe ji Wezîrê Dadê pirsî
Parlamenterê BDP’ê yê Çewlikê û Wekîlê serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken, dayîka Nazîfe Babayîgît (77) de ku bi hinceta ji kurê xwe yê gerîla wêne û qazax şaniye rastî cezayê kelepçeya elektronîk hat, ji wezîrê Dadê Sadullah Ergîn pirsî.
Baluken pêşnûmepirsek da Meclisê û bibîr xist ku dayîka 77 salî Nazîfe Babayîgît ya li Gebzeya Kocaeliyê dijî bi hinceta ku ji kurê xwe yê gerîla re qazax û wêne şandiye, sûcdar hatiye dîtin.
Di pêşnûmepirsê de wiha hat gotin: “Dayîka Nazîfe ji berk u ji kurê xwe re kazak çêkiriye û şandiye hatiye sûcdarkirin. 15 meh rastî cezayê girtîghê hatiye. Ev ceza jî bi kelepçeya elektronîk hatiye dayîn. Dayîka Nazîfa ku nexşweiyên wê hene ji ber kelepçeya elektîronok rewşa wê ya psîkolojîk û biyolog jî zêdetir xerab bûye. Dema rewşa dayika Nazîfe li ber çavan bê girtin divê ji cezayê kelepçeya bi elektronîk rizgar bibe.
Baluken ev pirs ji Ergîn kirin:
Ji bo bi dawîkirina cezayê elektronîkê ya li dayîka Nazîfe hatiye birîn xebat dê bên kirin?
Ji ber cezayê kelepçeya elektronîk, ger nexweşiya wê zêde bibe, ji vê rewşê kê berpirsyare?
Dayîka Nazîfe bi salane zarokê xwe nabîne û ji bo wî qazaxek bi destê xwe çêkir, bo vê cezakirin, exlaqiye gelo?
Bi vê pêkanînê dayîka Nazîfe rojê saetekê j aliyê xizmên xwe ve tê ziyaret kirin. Lê ev pêkanîn bo tenduristiya wê ne başe. Ji bo ev kêmasî ji holê rabin xebatek heye an na?