BDP'ê binpêkirina mafan yên li girtîgehê ji Wezîr Ergin pirsî

BDP'ê binpêkirina mafan yên li girtîgehê ji Wezîr Ergin pirsî

Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken binpêkirinên mafên girtiyan yên li girtîgehên Şakran, Tekîrdag, Kirikkale, Kandira, Erzirom, Nevşehîrê ji Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn pirsî.

Serokwekilê Koma BDP'ê û Parlamenterê BDP'ê yê Çewlikê Îdris Baluken di derbarê binpêkirinên mafên girtiyan yên li girtîgehan pirsname da Wezîrê Dadê Sadullah Ergin. Balûken diyar kir ku, di vê pêvajoya çareseriyê tê nîqaşkirin de li girtîgehan binpêkirin zêde dibe. Baluken da zanîn ku, ev pêkanîn bawerî û hêviyê wan dişkîne û ev pêkanînên li girtîgehan provokatifên li hemberî pêvajoyê ne. Baluke, destnîşan kir ku, di serî de li girtîgehên Şakran, Tekîrdag, Kirikkale, Kandira, Erzirom û Nevşehirê û gelek girtîgehên din binpêkirin derketiye asta jor.

Baluken ji bo Wezîr Ergin bibersivîne ev pirs pirsîn: “Li gorî daxwaznameyên giliyê yên gihiştine destê we herî zêde li kijan girtîgehê binpêkirina mafan zêde ye? Rêveberên girtîgehên ku zêde mafên girtiyan binpê dike di derbarê wan de tu lêpirsîn tê kirin ya na? Heta niha lêpirsînek çawa hatiyekirin û çiqas bi encam bûye. Rayedarên girtîgehê vê raye û reka pêkannên keyfî ji ku û çawa digire? Di demên dawî de li girtîgehê pêkanînên keyfî û provokatîf pêk tê ji bo vê yekê tu lêpirsîna wê heye?"