BDP'ê banga tevlîbûna doza Dînk û parêzerên Ocalan kir

BDP'ê banga tevlîbûna doza Dînk û parêzerên Ocalan kir

Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê ji bo tevlîbûna rûniştina doza Hrant Dink û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 17'ê Îlonê de bê dîtin, bang kir.

Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê ji bo beşdariya li rûniştina doza Hrant Dink û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 17'ê Îlonê de li Edliyeya Çaglayanê û Sîlîvriyê bê dîtin daxuyaniyek nivîskî da.

BDP'ê di daxuyaniyê de banga beşdariya li dozê kir. BDP'ê diyar kir ku, di ser qetilkirina Hrant Dink re 7 sal derbas bûn, lê hêj plansazên kujerê nehatiye ronîkirin hesab nehatiye pirsîn.

BDP'ê di daxuyaniyê de da zanîn ku, di nava plana cînayetê de leşker, polîs, îstîxbarat û siyaset heye û wiha got: "Ev cînayeta dewletêya kolektîf e. Heta ku rastiya vî cînayetî ronî nebe, edalet, azadî û demokrasî nayê Tirkiyeyê." 

BDP'ê ji bo rûniştina doza Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di mijdara 2011'an de bi navê doza "KCK"ê hatin girtin û 23 jê girtî 50 kes tên darizandin jî bang li her kesî kir ku li Edliyeya Sîlîvrî tevlî rûniştinê bibin.