BDP: Divê dewlet Qirkirina Dêrsimê nas bike

BDP: Divê dewlet Qirkirina Dêrsimê nas bike

Navenda Giştî ya BDP'ê da xuyakirin, ku Komara Tirkiyê hînê ji ber  qirkirina Dêrsimê lêborîna xwe nexwestiye û destnîşan kir, ku divê dewlet Qirkirina Dêrsimê nas bike û barê di vî warî de dikeve ser milê wê, bi cih bîne.

Navenda Giştî ya BDP'ê, bi wesîleya 4'ê Gulana sala 1937 roja biryardayîna qirkirinê ya Dêrsimê daxuyaniyek nivîskî weşand û bibîr xist, ku rojek piştî vê biryarê operasyona qirkirinê destpê kiriye.

BDP diyar kir, ku bi vê biryara qirkirinê re hatiye xwestin Dêrsim bi temamî ji bo mirovan were xalîkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev biryar dokûmana fermî ya komkujiya Dêrsimê ye, lewma roja 4'ê Gulanê roja şermezarkirina qirkirina Dêrsimê û bîranîna mexdûran e. 

BDP'ê destnîşan kir, ku gava pîvanên Neteweyên Yekbûyî li ber çavan werin girtin wê bê dîtin, ku bûyerên li Dêrsimê qewimîn e qirkirin e.

BDP'ê bibîr xist, ku di vê qirkirinê de zêdeyî 70 hezar mirov hatine kuştin, bi dehhezaran ji cih û warên xwe hatin dûrxistin.

Di daxuyaniyê hat ragihandin ku dewletê ji her alî ve rêbazên dijmirovahiyê bikar aniye û ev daxuyaniya Wezîrê Karên Derve Îhsan Sabrî Çaglayangîl bibîr xist; "Artêşê gazên jehrî bikar anî. Li şikeftan, vana mîna mişkan jehrî kir û ji heft heta heftê salî Kurdên Dêrsimî qir kir."
BDP'ê da xuyakirin, ku dewleta Tirkiyê heta niha lêborîna xwe nexwestiye û lêborîna nîvco ya deshilatdariyê jî bê wate ye.

BDP'ê destnîşan kir, ku lêborîna rastî, bi rû bi rûbûnê dibe, bi tedarikkirina mexdûriyetê û avakirina nîşaneyên komkujiyê dibe.

BDP'ê xwest, dewlet Qirkirina Dêrsimê nas bike û di vî warî de çi bar û berpiryarî dikeve ser milê wê bi cih bîne.

Di dawiya daxuyaniya Navenda Giştî ya BDP'ê de qurbanên Qirkirina Dêrsimê hat bîranîn