BDP: Bila kedkarên çapemeniyê tavilê bên berdan
BDP: Bila kedkarên çapemeniyê tavilê bên berdan
BDP: Bila kedkarên çapemeniyê tavilê bên berdan
Komîsyona Çapemeniyê ya BDP'ê, bi wesîleya 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku heta kedkarên çapemeniyê azad nebin kes nikare qala azadiya çapemeniyê bike. BDP'ê xwest, kedkarên çapemeniyê yên girtî, tavilê serbest bên berdan.
Komîsyona Çapemeniyê ya BDP'ê diyar kir, ku li welatên lê gotinên azadî û wekhevî weke gefekê tê dîtin, azadiya çapemeniyê di heman demê de çeka demokrasiyê ye ku aştîxwaz li dijî rejîmên otorîter bikar tinin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa Tirkiyê û hat destnîşankirin, ku dîroka çapemeniyê ya Tirkiyê, dîroka xweranegirtina li çapemeniyê ye û dîroka kuştina kiryar ne diyar a rojnamevanan e. Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin; "Mejiyê ku nikare xwe li rojnamevanên li dû şopa rastiyan e rabigire, di bin navê operasyonên KCK'ê de ew girtin, xistin girtîgehan, bi îfadeyên "şahidên veşartî" bêyî wan derxin pêşberî dadgehê, wan ji azadiya wan bêpar dihêle."
Di daxuyaniya nivîskî ya BDP'ê de bal hat kişandin ser rapora Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas a sala 2013'an, ku tê de rewşa Tirkiyê ya paşketî tê nîşandan û hat gotin; "Li welatekî mîna Afganîstanê yê lê şerê navxweyî heye, azadiya çapemeniyê ji Tirkiyê pêşketîtir e. Gunehbarkirina bi gotina "Ew ne rojnamevanin, terorîst in" nîşan dide ku azadiya çapemeniyê li Tirkiyê zehmetiyên mezin dijî. Li gel vê rewşê jî, çapemeniya azad bi biryardarî tarîtiyê diqelişîne û ronahiyê serdest dike."
Komîsyona çapemeniyê ya BDP'ê da xuyakirin, ku zextên li çapemeniyê tên kirin yekser bi çaresernekirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye û destnîşankirin, ku bi vê pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd re wê pêşî li azadiya çapemeniyê jî bê vekirin.
BDP'ê di daxuyaniya xwe de xwest, kedkarên çapemeniyê yên girtî tavilê serbest werin berdan û di serî de azadiya fikir û raman, azadiya mafê wergirtin û belavkirina nûçeyan bi qanûnan werin ewlekirin.