BDP: Berpirsê tabloya dilê mirovan dişewîtine ya Wanê AKP ye

BDP: Berpirsê tabloya dilê mirovan dişewîtine ya Wanê AKP ye

Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş der barê erdhêja Wanê ku du sal di ser de derbas bû de daxuyaniyek da û got: “Ger îro gelê Wanê li dijî sermayê têkoşînê dimeşîne, li dijî xizanî û birçîbûnê berxwe dide, berpirsê wê hikûmeta AKP’ê û saziyên di bin emrê wê de ne.

Hevserokên BDP’ê dan zanîn ku ew kesên ku di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane careke din bibîrtînin û wiha got: “Erdhêja Wanê yek ji felaketên herî mezin ya welatê me ye. Di erdhêjê de bi sedan welatiyên me mirine û di dehezaran bê mal mane, ligel vê pisgirêkên civakî û aborî jiyane. Lê hilweşîna sereke helwesta hikûmetê ya li dijî gel bû.  Ya ku di bin erdhêjê de maye nêzîkatiya dewletê ye.

Di berdewamiyê de hat gotin ku alîkariya ku divê roja yekemîn, saeta yekemîn biçûya, rojek şûnde çû û wiha hat gotin: “Alîkarî bi hefteyan hatiye rawestandin. Belavkirina wê jî bi awayekî adîlane nehatiye kirin. Gel bi rojan li derve, birçî û tî ma. Di nava bêçaretiyê de neçar man koç bikin.

Ligel ku hikûmetê alîkarî di dema wê de negîhand gel, alîkariya rêveberiyên me yên herêmî û rêxistinên civaka sivîl berhevkiribûn jî hatin astengkirin.  Şaredarê me û rêveberên partiya ku destpêkê wan alîkarî da gel, di operasyona KCK’ê de hatin girtin.

WAN WEK HERÊMA AFETÊ NEHAT ÎLANKIRIN

Ligel felaketa ku Wanê jiya, hikûmetê herêm wek herêma afetê îlan nekir û ket nava nêzîkatiyeke newekhev. Li ser gelê kurd felaketa duyemîn da jiyîn. Ligel ku du sal navberê de derbas bû jî, birînên wan nehatine kewandin û mexduriyeta gel hêj wek roja destpêkê ye.

Konteynir yek bi yek ji welatiyan hatin girtin û kesên ku cihekî wan yên biçe tunebûn jî av û ceyrana wan hat birîn. Heman mexduriyet di konutan de jî hat jiyîn.  Ji xwe bi erdhêja Wanê re aborî têk çû û bi konutên erdhêjê re welatî xistin nava deyn û belav kirin. Welatiyên ku derfetên wan tunebû  konutan bigirin, yên din jî bi çîleyek mezin deyn kirin û hewl dan konutan bigirin.

Navê jî kirin alîkariya erdhêjê. Ev ne alîkariye, ev aşkeraye ku diziye.  Ev cezakirine. Ev rante. Rastiya ruyê erdhêja Wanê eve.  Ligel ku di navberê de du sal jî derbas bûn gel hêjî di nava şert û mercên dijwar de ye. Gelê Wanê zîhniyeteke desthilatdariyê ya ku her tişt aniye amûra rantê re rû bi rû ma.

Îro li Wanê ji 100’î zêdetir malbat di girevê de ne. Av û ceyrana wan hatiye birîn. Hikûmet jî dengê wan nabihîze. Ji bo mexduriyeta wan ji holê rabike, tu tişt nayên kirin. Em vê feraseta ku  hilweşîn, xizanî û birçîbûnê ligel rewa dibîne şermezar dikin.

Berpirsê vê tabloya reş ya ku gel terkî xizanî, birçîbûn û kolanê kiriye, hikûmeta AKP û saziyên di bin emrê wê de ne. Gelê Wanê vê rewşê dê tu car ji bîr neke û di her derfetê de hesab bipirse.

BDP bi hemû hêz û derfetên xwe ligel gelê xwe cih girt û têkoşîn meşand. Bi hev re seferber bûn. Em dê bibin dengê gelê xwe. Emê gelê xwe bê çare û bêxwedî nehêlin.”