BDP’a Mêrsînê ji bo pêvajoya çareseriyê dadikeve qadan
BDP’a Mêrsînê ji bo pêvajoya çareseriyê dadikeve qadan
BDP’a Mêrsînê ji bo pêvajoya çareseriyê dadikeve qadan
BDP'a Mêrsînê ji bo ku hikûmetê di yekemîn pêngava pêvajoya aştiyê de tu gav ne avêtine şermezar ke û ji bo gav biavêje zorê bide hikûmetê dê dakeve qadan.
Di vê çarçoveyê de BDP'a Mêrsînê ji bo di 30'ê hezîranê de meşekê lidarbixe dest bi amadekariyan kir. Di avahiya BDP'ê de ji bo meşê civînek hate lidarxistin. Hevserokê BDP'ê yê Mêrsînê Halîs Ernarîcî diyar kir ku, di pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de pêngava yekemîn bi dawî bûye û çi ketibe ber aliyê kurdan, wan bicih aniye. Ernarîncî destnîşan kir ku, li hemberî hewldanên Ocalan û aliyê Kurd dewletê û hikûmeta AKP'ê heta niha tu gav neavêtine û ev tişt lê zedê kir: "Ev pêvajo wê bi têkoşîna demokratîk pêşve biçe. Peywir ya siyaset û gelê me ye. Em dê di 30'ê hezîranê de dakevin qadê. Em li benda hemû gelê xwe ne ku tevlî çalakiya me bibin."
Endamê Meclîsa BDP'ê Cemîl Elden jî got ku, pêvajo car caran dixitime û got, "Ji bo vê jî êdî lazime gel dakeve qadê û daxwazên xwe yên demokratîk bîne ziman. Divê pêvajoyê de lazime em hemû li qadan daxwazên xwe biqîrin." Elden ku nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê ya di vî warî de bi zimanekî tund rexne kir, got ku AKP bi israr dixwaze şer bidome û wiha axivî: "Lazime teqez çêkirina qereqol û HES'an bê rawestandin. Hêj jî leşker tecawizê zarokên kurdan dikin. Li Çewlikê vê bûyerê rû daye. Ev yek nayê qebûlkirin. Dibe ku tiştên wiha pêvajoyê têk bibe. Bila teqez ev kes bên darizandin û cezakirin."
Meşa BDP'ê di 30'ê hezîranê de li Qada Îstasyonê wê destpê bike û li Qada Komarê bidawî bibe.