Bayindir û Ozturk: Muxatabê çareseriyê Birêz Ocalan e

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û Hevserokê KCD'e Bedran Ozturk diyar kir ku muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û xwestin, ku tavilê dawî li tecrîdê bê anîn.

Heyetek ji rayedarên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêman a Demokratîk 5 roj in li Çûkûrovayê bi dirûşma 'Em xwe li dijî faşîzmê bi rêxistin dikin' hevdîtinan dike.

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir pêşengiyê ji heyetê re dikin.

Heyetê çar rojan li Mersînê hevdîtin kir, di roja pêncemîn de jî serdana navçeya Skenderûn a Hatayê kir.

Di dema serdanê de Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û Meclîsa Partiyê ya HDP'ê, Hevserokên HDP'ê yên Hatayê û navçeyên wê amade bûn.

Heyet destpêkê li avahiya HDP'ê ya navçeya Skenderûnê bi gel re civiya. Bi dehan kes tevlî civînê bûn.

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir ku Tirkiye û Kurd di pêvajoyeke girîng de ne û got, "Kiryarên li Tirkiyeyê û sîstema li Tirkiyeyê sîstemeke faşîst e."

Ozturk anî ziman ku ji bo tasfiyekirina Kurdan her cûre derfet tên bikaranîn û got, "Bi vî rengî xwestin ku Kurdan di demeke kurt de biqedînin. Li dijî aştîxwazan kiryarên antî demokratîk meşandin. Hûn nikarin pirsgirêka Kurd bi kuştinê, bi çekê çareser bikin."

Ozturk bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan e, li dijî tevahiya gel e. Bi tecrîdê hêrsa xwe nîşan didin. Em tecrîdê qebûl nakin. Yên ku dibêjin ku Kurd qedandine, bila li pîrozbahiyên Newrozê binerin. Gel dest ji daxwazên xwe bernedaye û daxwazên xwe di van pîrozbahiyan de hîn bi xurtî anîn ziman."

Ozturk banga "dest ji gefan berdin û pirsgirêka Kurd bi hev re çareser bikin" kir û got, "Muxatabê vê jî Birêz Ocalan e."

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir jî got, "Yên ku bi ser bikevin em in, yê ku têk biçe desthilatdariay AKP-MHP'ê ya faşîst e."

Heyet piştî civînê derbasî navçeya Dortyol a Hatayê bû.