Bayindir: Bi milyonan mirovî got, çareserî li Îmraliyê ye

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir got, "Li dijî faşîzmê divê em rêxistiniya xwe mezin bikin. Bi milyonan kesî li pîrozbahiyên Newrozê gotin 'Abdullah Ocalan îradeya me ye. Çareserî li Îmraliyê ye'."

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, civînên gel ên li Mersînê ku bi dirûşma "Li dijî faşîzmê em xwe bi rêxistin bikin" li dar dixin, di roja çaremîn de dewam dikin. Parlamenterên HDP'ê Fatma Kûrtûlan û Mûazzez Orhan jî li gel heyetê ne.

'BI TUNEKIRINA KURDAN DIXWAZIN SÎSTEMÊ AVA BIKIN'

Heyetê li navçeya Tarsûsê bi du koman hevdîtin kir û hem bi malbatan hem jî bi xelkê navçeyê re li hev civiyan. Koma ji Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir û endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Adnan Akgul li Nûnertiya Fahrettîn Paşa ya HDP'ê bi gel re civiya. Di civînê de ku bi dehan kes lê amade bûn, Bayindir diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP bi tunekirina Kurdan dixwaze sîstemekê ava bike. Bayindir bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Kengî tecrîdê dixin dewrê, dest bi şerê dijî Kurdan dikin. Polîtîkayên şer li Îmraliyê dixin meriyetê."

'BI MILYONAN KES XWEDÎ LI RÊBERÊ GELÊ KURD DERKETIN'

Bayindir axaftina bi telefonê ya Mehmet Ocalan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û hate birîn, bi bîr xist û got, "Bi milyonan kesî li pîrozbahiyên Newrozê gotin, 'Ocalan îradeya me ye'. Gelê Kurd li dijî vê zilmê têdikoşe û serî natewîne. Gelê Kurd dixwaze bi têkoşînê pirsgirêka Kurd çareser bike. Ji bo aştiyeke bi rûmet jî Îmraliyê weke navnîşana çareseriyê nîşan dide. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye. Lê belê desthilatdarî bi şer bersivê dide daxwaza gelê Kurd a ji bo aştiya bi rûmet. Êrişî hemû sazî û nirxên gelê Kurd dikin."

Bayindir bal kişand ser têkoşîna li dijî polîtîkayên şer û got, "Eger em têkoşîna xwe mezin nekin, wê êrişên ji bo tunekirina gelê me zêdetir bibin. Ji ber vê yekê jî divê em têkoşîna xwe xurtir bikin û çarenûsa xwe diyar bikin. Li dijî faşîzm û tekperestiyê divê em rêxistiniya xwe mezin bikin. Bi têkoşînê em dikarin metirsiyan ji holê rakin."

'TÊKOŞÎNA GEL WÊ VÊ DESTHILATDARIYÊ TÊK BIBE'

Bayindir li ser nîqaşên têkildarî girtina HDP'ê jî got, "Bi polîtîkayên li Tirkiyeyê tê meşandin dixwazin gelê Kurd tune bikin. Îradeya vî gelî qebûl nakin. Qeyûm danîn ser şaredariyên me. Niha jî girtina HDP'ê xistine rojeva xwe. Ev desthilatdarî li ku dibe bila bibe dixwaze îradeya Kurdan tune bike. Dixwaze HDP'ê lawaz bike. Tevî van polîtîkayên qirêj ên 6 salan nekarîn îradeya gel teslîm bigirin. Çi dikin bila bikin, nikarin pêşî li gelê Kurd û siyaseta Kurdan bigirin. Çawa ku me hêza desthialtdariyên din parçe kirin, em ê hêza van jî parçe bikin. Çawa ku desthilatdariyên din çûn, ev ê jî biçin. Di encama têkoşîna gel de ev desthilatdarî wê biçe."

BERXWEDANA LI ZINDANAN

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Adnan Akgul jî bal kişand ser greva birçîbûnê ya li zindanan ku 133 roj in li dijî tecrîdê dewam dike û got, "Divê em weke gel nerazîbûna xwe ya demokratîk bînin ziman. Kurdan berdêlên giran dan. Lê belê çi dibe bila bibe wê Kurd bi ser bikevin."