Baydemîr: Xeteriya êrîşê li ser hemû maf û azadiyan heye
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr li ser çalakiya duh a parlamenterên HDP'ê ya li ber DMME axivî û got, "Me li ber DMME ev banga xwe dubare kir: edaleta derengmayî edalet nîne."
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr li ser çalakiya duh a parlamenterên HDP'ê ya li ber DMME axivî û got, "Me li ber DMME ev banga xwe dubare kir: edaleta derengmayî edalet nîne."
Baydemîr diyar kir, ji ber ku pîvanên demokrasî û mafên mirovan qels bûne ew i Parlamenta Ewropa û Dadgeha mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ne û got, "Ev du sal in, li Tirkiyeyê xetera êrîşeke giran li ser hemû maf û azadiyan heye.
Di nava du salan de 11 hezar mirov hatin binçavkirin, 6 hezar aktîvîstên me hatin girtin û li girtîgehê hatin bicihkirin. Hevserokên me, wekîlên cîgirê serokê komê, berdevkê partiyên me û parlamenterên me li girtîgehê ne. Bi giştî, zêdeyî 750 rêveberên me yên bajar û navçeyan girtî ne. 85 hevşaredarên me girtî ne. Rojnamevan, nivîskar girtî ne. Hema bêjin, xeterî û gefa êrîşê li ser hemû dilxwazên maf û azadiyê heye.
Me îro li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê careke din bang ki: edaleta dereng mayî, edalet nîne. Lazim e edalet tavliê bi cih were.
Rakirina mafê destnedanê yê parlamenterên me, beriya her tiştî divê weke hewldana birîna dengê mûxalefetê bê dîtin. Girtin Hevserokên HDP' ê û parlamenterên me, ji bo bêdengkirina mûxalefetê ye."