Baydemîr: Gel 16’ê Nîsanê wê nîşan bide ku ew serê xwe berjêr nakin
Berdevkê HDP’ê Baydemîr li Şirnexê bi gel re axivî: ‘’Em ji şewitandina Şirnexê re, ji kuştina Dayika Taybet re dibêjin ‘NA’. "NA’ya Şirnexê wê bibe weke Dastana Mem û Zînê.’’
Berdevkê HDP’ê Baydemîr li Şirnexê bi gel re axivî: ‘’Em ji şewitandina Şirnexê re, ji kuştina Dayika Taybet re dibêjin ‘NA’. "NA’ya Şirnexê wê bibe weke Dastana Mem û Zînê.’’
Bi tevlêbûna gelek wekîlên HDP’ê, nûnerên KCD’ê û DPB’ê li Şirnexê, li navendê ji bo referandûmê civîneke gel çêbû.
Gel eleqeyek zêde nîşanî wekîl û nûnerên xwe da û vê jî kir ku atmosfereke dilzîziyê çêbibe. Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr ji wesayita anonsê gel slav kir û xîtabî gel kir.
Berdevk Baydemîr xîtabî gel kir û got, ‘’Ez li ber êşa we bejna xwe ditewînim’’
Baydemîr diyar kir ku êşa gel û keda wan li ber avê neçûye û got dema ku li dîroka dinyayê were nerîn ev ne tiştekî nû ye. Baydemîr wiha got: ‘’ Elmanya û Japonya jî di şerê cîhanê de kavil bû lê gelê Elman û Japon dîsa rabûne ser piyan. Êşên Helepçe û Enfalê bû berdêla êşa Kurdan. Ev tiştên ku em dijîn wê dîsa baş bibin. Zilm wê ji vî welatî biçe. Bi vekirina vî derî re wê deriyekî nû vene. Em ji bo kavilkirina Şirnexê, ji bo kuştina Dayika Taybet dibêjin, Na. Na ya Şirnexê wê bibe weke Dastana Mem û Zînê.
Baydemîr qedexekirina strana ‘’Bêjin Na’ ya bi biryara Walîtiya Şirnexê bi bîr xist û got, ‘’ Strana me qedexe kirin, lê em ê jî weke Apê Mûsa bi kwîtandinê li dijî vê qedexeyê derkevin. Bi vî derî re em ê birînên xwe derman bikin. Zilmkar wê bi zilma xwe dawî li xwe bînin. Weke Sedam û Nemrûd, zilma wan wê serê wan bixwe. Di 16’ê Nîsanê de em ê nîşan bidin ku em ê ji hilweşandinê re serê xwe netewînin.’’
GEL: ŞIRNEX WÊ NEKEVE
Piştî axaftina Baydemîr ji nav gel yek axivî û got: ‘’Şirnex neket, Şirnex wê nekeve. Em Kurd in, em ê bi ser bikevin’’ Piştî vê axaftinê li gel lîlandinan strana ‘Çavbella’’ hate guhdarîkrin.
Şande piştre ber bi Silopya û Cizîrêve çûn.