Başaran: Yên jin qetil kirin wê li derve bin!

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran got ku “Bi qanûna înfazê re wê kesên jin kuştine li derve bin û jin jî wê di hundir de bin.”

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran derbarê geşedanên dawîn civîneke çapemeniyê li dar xist.

‘PIŞTÎ ŞEWBÊ ŞÎDDETA LI SER JINÊ 90 JI SEDÎ ZÊDE BÛ’

Başaran diyar ki ku piştî şewba li Çînê û mirov neçar man li malên xwe bimînin, şîddeta li ser jinê 90 ji sedî zêde bû. Başaran got ku “Lê heta niha li Tirkiyeyê li hemberî vê rewşê tu tevdîr nehatiye stendin. Parlementera me Fîlîz Kerestecîoglû bi gelek saziyan re rûniştiye û derketiye holê ku jinên ewlehiya wan a can tune karine biçin stargehên jinan. Em dibînin ku di warê çûna stargehên jinan de problem hene. Diyar e ku pirsgirêkên aboriyê li cem jinan peyda dibe, ji ber vê jî divê di warê aboriyê de piştgiriya jinan were kirin.

DESTESERKIRINA ŞAREDARIYAN

Gelek şaredariyên me û navendên me yên jinan hebûn ên li dijî şîddet û îstîsmara li ser jinan dixebitîn. Lê 2 roj berê qeyyûm li ser şaredariyên me hate peywirdarkirin. Şaredariya Êlihê jî di nav de 8 şaredariyên me li ser esasê dijminatiya Kurdan hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di rojên dawîn de li ser qanûna înfazê nîqaş tê kirin. Wê tecawizkar, tacîzkar bên berdan lê bi hezaran jin ji ber fikrên xwe û ji ber ku ji bo jinan têkoşiyane di girtîgehan de ne. Fîgen Yuksekdag, Sabahat Tûncel, Gultan Kişanak û Sara Kaya jî di nav de divê hemû hevalên me werin berdan.”