Başaran: Azîz Orûç rojnameger e!

Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî medyayê da ya ku rojnameger Azîz Orûç dike hedef.

Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Azîz Orûç rojnameger e. Tişta ku medyaya desthilatdariyê dike, bêexlaqî ye.”

Başaran got ku “Malbata Azîz Orûç saet di 03.00’an de telefonî parlementerê me kiriye û diyar kiriye ku ew li Ermenistanê hatiye dersînorkirin, sol û montê wî jê hatiye stendin û ew bi meşê hatiye Bazîdê. Li vê derê dikira biqefiliya. Parlementerê me jî telefonî Hevserokê HDP’ê yê Bazîdê kiriye û xwestiye bi Orûç re eleqedar bibe. Li vê derê Orûç û Hevserokê HDP’ê yê Bazîdê Abdûllah Ekelek hatine destgîrkirin.

Yên ku tiştên beredayî dinivîsin haya wan ne ji rastiya Tirkiyeyê û ne jî ji etîka pîşeyî heye. Dîrok wê ne kesên ku li ser televîzyonan mirovan dikin hedef, wê Ahmet Kaya û Tahîr Elçî û gelek kesên wekî wî binivîse.”