Baroya Stenbolê kete ber lêpirsînê

Rêveberên Baroya Stenbolê, bi hinceta ku wêneyê parêzer Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da bi avahiya baroyê ve daliqandine, ketin ber lêpirsînê.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi hinceta ku wêneyê parêzer Ebrû Tîmtîk a ku di roja 238'an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da bi avahiya Baroya Stenbolê ve daliqandine, têkildarî Serokê Baroyê û endamên Desteya Rêveber dest bi lêpirsînê kir.

Serdozgeriyê navê rêveberên baroyê xwest. Piştre jî bang li Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû û 10 rêveberên baroyê kir ku îfadeyê bidin.